NAVENDA NÛÇEYAN – Komek rewşenbîr ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bang kirin û gotin: “Em nebin temaşevanên mirinan. Em hiqûq û jiyanê biparêzin.”
Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû û îro di roja 164’emîn de didome. Piştî ku Guven dest bi çalakiyê kir li tevahiya girtîgehan belav bû. Niha nêzî 7 hezar girtÎ di greva birçîbûnê de ne. Komek rewşenbîr têkildarî grevên birçîbûnê banga “Em nebin temaşevanên mirinan Em hiqûq û jiyanê biparêzin.” kir.
‘DIVÊ DEWLET DEMILDEST GAV BIAVÊJE’
Metna banga rewşenbîran a bi sernavê “Em nebin temaşevanên mirinan” wiha ye:
“Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven dest pê kir û îro bi hezaran girtî didome, gihîştiye astek xeterdar. Bi sedan çalakger hatine asta asteng bimînin û gihîştine sînorê mirinê. Heta roja îro 8 însanên me bi heman armancê dawî li jiyana xwe anîn. Em dixwazin dewlet demildest pirsgirêkê çareser bike û ji bo sekinandina mirinan gavan biavêje. Divê ji bo hemû girtiyan di çarçoveyek adilane û wekhev de hiqûq û edalet û qanûn pêk werin. Divê ku dest ji armancên kêfî û siyasî bên berdan.
Em bang li mirovên xwe yên di greva birçîbûnê de ne dikin!
Dengê we hat bihîstin. Hewldanên me ji bo vî dengê we hin bêtirîn bigihîne raya giştî û desthilatdariyê vexwîne wezîfeyê didomin. Bêyî ku çalakî bigîhîje asta nokteyên xeterdar, bêyî ku bêtir kes jiyana xwe ji dest nede em dixwazin hûn dawî li çalakiya xwe bînin. Em bi hêvî li benda we ne ku hûn ne mirinê mafê jiyanê biparêzin.
Di van rojan de rojeva welat ku bi gefên demokrasiyê re hevrû ye, ew nêvenga heyî ku dê grevên birçîbûnê bigîhîjin hedefa xwe nîne. Her roja ku diçe windayihên ku telafiya wê nîne pêk tên û em di vê fikirê de ne.
Em hurmeta xwe ji îradeya însanên di greva birçîbûnê de ne diyar dikin.
Em bang li hemû sazî, partî, kesayet, rûspî û derdoran dikin ku ji bo dikaribin bang li çalakgerên greva birçîbûnê bikin û ji bo greva birçîbûnê bi dawî bibe çi destê wan tê bikin û bi lezgînî her tiştî bikin dikin.”
Navên rewşenbîrên bangê îzme kirine wiha ne:
“Abdulbakî Erdogmuş, Abdullah Demîrbaş, Ahmet Dîndar, Ahmet Faruk Unsal, Alî Bîlge, Alî Haydar Konca, Arîf Koçer, Aydin Engîn, Ayşe Erzan, Ayşe Hur, Ayşe Sevîn Kirikoglu, Ayşenur Aslan, Bahadir Altan, Bahrî Bayram Belen, Baskin Oran, Berrîn Sonmez, Burhan Sonmez, Celal Korkut Yildirim, Cîhangîr Îslam, Emîne Încî Îşbulur, Erdal Karayazgan, Erdogan Aydin, Ergîn Cînmen, Ersîn Salman, Ertugrul Yalçinbayir, Eşber Yagmurderelî, Fadil Ozturk, Faîk Bulut, Fatma Bostan Unsal, Ferhat Tunç, Fîkret Başkaya, Gençay Gursoy, Gulseren Onanç, Gurhan Ertur, Hasan Cemal, Hasîp Kaplan, Mebuse Tekay, Mehmet Bekaroglu, Mehmet Rasgelener, Metîn Yegîn, Nazar Buyum, Nesrîn Nas, Nesteren Davutoglu, Neşe Erdîlek, Nurcan Baysal, Nurten Ertugrul, Orhan Alkaya, Orhan Sîlîer, Oya Baydar, Riza Turmen, Selîm Olçer, Sezgîn Tanrikulu, Suavî, Şanar Yurdatapan, Tarik Ziya Ekîncî, Ufuk Uras, Viktorya Çiprut, Yasemîn Bektaş, Zehra F. Kabasakal Arat, Zekî Kiliçaslan û Ziya Halîs.”