MELETÎ - Cendirmeyan nehişt bavê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, erdê xwe bajone.
Bavê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ku 94 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye Fahrettîn Tûncel, xwest erdê xwe yê li Taxa Balaban a Meletiyê bajo. Lê cendirmeyan nehişt. Tûncel ku bi cotkariyê debara xwe dike, diyar kir ku yekşema borî darên sincê yên li nav baxçeyê xwe paqij kiriye û ji bo nefelê biçîne makîne aniye. Tûncel, bilêv kir ku piştî çûye nav erd 4-5 saet şûnde qeymeqam û cendirme hatine nav erdê wî. Tûncel got: "Min ji cendirmeyan re got, 'xêr e?' Gotin, 'hinan gilî kiriye, qeymeqam û dozger tên.' Min jî got, 'Yekşem e, çi akrê qeymeqam û dozger li vira heye?' Em hinekî sekinîn. Paşê me ji wir dûr xistin. cendirmeyan ji me re gotin dûr biçin. Gotin, 'bila gundî tiştekî nekin.' Paşê qeymeqam hat. Li wir makîneya kar hebû. Paşê min dît, makîne diçe. Min got, hûn dibin kuderê? Got, qeymeqam gotiye. Piştî ew çû, cendirmeyek hat cem min. Min jê re got, 'hûn makîneya min dibin kuderê?' Bersiveke rast neda. Min got, 'dixwazim qeymeqam bibînim, lê belê gotin qeymeqam naxwaze te bibîne."
‘KES ELEQEDAR NEBÛ'
Tûncel, bilêv kir ku dotira rojê cendirmeyan gazî wî kiriye û çûye qereqolê. Tûncel, diyar kir ku roja duşemê tapûya xwe biriye, çûye cem qeymeqam lê qeymeqam nexwestiye wî bibîne. Tûncel, anî ziman ku bertek nîşan daye, lê belê dîsa jî kes pê re eleqedar nebûye û got: "Paşê çûm nivîsgehê. Giliya min qebûlnekirin. Gotin, 'biçe cem cendirmeyan.' Çûm cem cendirmeyan. Îfadeya min girtin, me tabû îbraz kir. Min got, 'gilî milî hene?' Gotin, na. Min pirsî, 'nexwe çima hûn mudaxile dikin û nahêlin erdê xwe yê bitapo bajom?' Gotin, 'weleh em jî nizanin.'" Tûncel, diyar kir ku du sê rojan sekiniye lê belê ne deng ji cendirmeyan ne jî ji qeymeqamtiyê derketiye. Tûncel, bilêv kir ku taxa wan taxa elewiya ye û niha fikara ku erdê wan ji gundiyên cînar ên sunî re bê hiştin li wan peyda bûye û got: "Hatime mexdûrkirin lê dîsa jî bûye nayêr onîkirin. Tu gilî jî tune ne. Lê wek min got, dibe ji ber vê meseleyê be. Her hal ev jî rêbazeke nû ya AKP'ê ye. Dixwazin erdê me yê bitapo bidin hêla din û me mexdûr bikin."