* Di dema Komkujiya Licê de mala malbata Hantaş hatiye şewitandin û malbat mecbûr maye koç bike. Piştî koçbûyînê malbat tim bi zext û zoriyan re rû bi rû maye. Ji malbatê Ramazan Hantaş di sala 2014'an de li Kobaniyê di şerê li dijî DAIŞ'ê de û Recep Hantaş jî li Amedê bi fîşeka polîsan jiyana xwe ji dest da.
* Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ku destekê didin çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê, gotin: "Qanûna Bingehîn rûmeta welatekî ye. Dewlet mecbûr e li gor Qanûna Bingehîn tev bigere."
* Cevher Bozkûrt, bavê Vedat Bozkûrt ku li Girtîgeha Tîpa T a Ordûyê 106 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Wexta min kurê xwe dît, min ew nas nekir."
* Malbatên zarokên wan di greva birçîbûnê de ne diyar kirin ku ji bo tecrîd bi dawî bibe divê her kes destekê bide çalakgeran û li dor wan bibe xelek.
* Cendirmeyan nehişt bavê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, erdê xwe yê bitapo bajone.
* Derket holê ku qeyûmê Silopiyayê, Seroka Baskên Jina ya AKP'ê Gonul Urgen jî di nav de li şaredariyê bi cih kiriye û kesekî jî kiriye parazvanê Serokê AKP'ya Silopiyayê Fatîh Bîlen. Her wiha qeyûm 133 milyon û 453 hezar lîre deyn jî xistiye stuyê şaredariyê.
* Nobeta malbatên girtiyan a li pêş Girtîgeha tîpa M a Gebzeyê wê di roja 12'an de berdewa bike. (12.00)
* Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin wê di hefteya 734'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê û xizmên windayan, bi armanca kujer bên darizandin û winda bên dîtin wê çalakiyên xwe yên li Amed û Êlihê berdewam bikin. (12.00)
* Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê. wê panela bi sernavê "Ji duh heta îro li Tirkiye pirsgirêka Demokrasiyê" pêk bîne. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê bi armanca balê bikişin ser rewşa girtiyên nexweş û di çalakiya greva birçîbûnê de ye wê li Parka Înonu ya Edene daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê wê bi dirûşmeyae "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 477'an de li navçeya Konakê ya Îzmirê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê wê bi tevlêbûna panelîst Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin û Prof. Dr. Baskın Oran panela "Ji 1915'an heta îro Rûqaliya bi Heqîqet û Paşerojê li dar bixe. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê di hefteya 368'an de çalakiya "Rûniştina F" li qada Galatasarayê berdewam bikni. (13.30)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re azadî, bi armanca balê bikişînin ser rewşagirtiyên nexweş wê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)