DERSîM – Malbatên ku zarokên wan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de, li Şaxa ÎHD'ê daxuyanî dan û diyar kirin ku tecrîd şer, zilm û hêsirê çavê dayikan e. Malbatan xwest daxwazên zarokên wan pêk bînin û gavên çareseriyê bavêjin.
Malbatên ku zarokên wan li dijî tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Dersimê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Dersimê Gurbuz Solmaz daxuyanî da û bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven. Solmaz, anî ziman ku rewşa Guven di asta krîtîk de ye û wiha got: "Em dixwazin daxwazên girtiyan pêk bînin û demek berî demekê tecrid bi dawî bibe.
‘TECRÎDÊ RAKIN'
Ji Şerife Kiliç a 65 sali jî diyar kir ku kurê wê Bariş Kiliç li Girtîgeha Tîpa F a Xarpêtê girtî ye û 124 rojin di greva birçîbûnê de ye. Kiliç, anî ziman ku rewşa tenduristiya girtiyên di grevê de xerab e û wiha got: "Ez bang li Serokomar Erdogan û Wezîrê Dadê dikim û dibêjim. Tecrîdê rakin. Bila êdî aştî pêş bikeve."
‘DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE'
Dayika Kazim Kit ê ji 1'ê Adarê de di greva birçîbûnê de Feride Kit jî anî ziman ku kurê wê bi nexweşiya Hepatit B ye û wiha got: “Tecrîd şer e. zilm e. Hêsirê çavên dayikan e. Daxwazên zarokên me mafdar in. Bila tecrid bi dawî bibe. Mehek e em nikarin razên. Bila êdî kes nemire û aştî pêş bikeve."
‘WÎCDANÊ WAN HEBE WÊ TECRÎDÊ RAKIN'
Dayika Nihat Kasûn ê ji 1'ê Adarê de di grevê de ye Bedriye Kasun jî anî ziman ku kesên di grevê de rewşa wan xerab dibe û wiha got: “Ger ku hinek merhabet û wîcdanê wan hebe wê tecrîdê rakin. Em ji ber rewşa girtîgehan bi fikar in. Em dixwazin daxwazên me û zarokên me pêk bînin. Bila zarokên me nemirin û tecrîd bi dawî bikin:"