ŞIRNEX – Xelef Yigît ê 105 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan li Girtîgeha Tarsûsê di greva birçîbûnê de ye ev bang kir: “Bêdeng nemînin. Îro ne roja bêdengiyê ye.”
Xelef Yigît (25) ê ji 5’ê çile ve li Girtîgeha Tarsûsê ya Mêrsînê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye bi rêya malbata xwe peyam şand.
Xwişka Yigît, Zeynep Yigît çû wî ziyaret kir. Yigît diyar kir ku rewşa girtiyan di astek xeterdar de ye û ser û çavê birayê wê dest bi êşandinê kirine. Yigît got bi birayê wê re sancoya roviyan, bêxewî û westandin jî peyda bûne.
‘NE ROJA BÊDENGIYÊ YE’
Yigît anî ziman ku li girtîgehê hevalek birayê wê xwîn vedireşe û birayê wê ev bang li raya giştî kiriye: “Çiqas em nexweş bin jî lê em bi moral in. Em bi hêz û îrade ne. Heta tecrîd bi dawî bibe em bi biryar in û wê wezîfeya me dewam bike. Bangek min ji gel re heye; bêdeng nemînin, deng bidin dengê me. Em li hundir in û tişta ji destê me tê ewqas e. Hûn deng bidin dengê me. Heke ku hûn naxwazin cenaze ji zîndanan derkeve, divê hûn xwedî li çalakiya me derkevin. Îro roj ne roja bêdengiyê ye.”