NAVENDA NÛÇEYAN - Mamoste Ayşe Çelîk a ji ber gotina "Bila zarok neyen kuştin" rastî cezayê 15 mehan hat, zaroka xwe ya 18 mehî li pey xwe hişt û hat girtin. Li aliyê din bersucê kuştina 301 karkerên Soma û xwediyê şîrketa Madenê Can Gurkan duh hat berdan.
Li Tirkiye bi hezaran siyasetmedar, rojnameger, hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan, karker, karmend û akademîsyen girtî ne. Duh li Tirkiye du mînakên balkêş ku serdestiya hêzê nîşan dide rû da. Yek jê dayika zaroka 18 mehî Mamsote Ayşe Çelîk ji ber got "Bila zarok nemirin" rastî 15 meh ceza hat û hat girtin. Mamoste Ayşe Çelîk, di pêvajoya qedexe û dorpêça Sûrê ya 2016'an de bi telefonê beşdarî bernameya Beyaz Show bû û got "Bila zarok neyên kuştin." Mamoste Ayşe Çelîk ji ber gotina "Bila zarok nemirin" bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" doz lê hat vekirin û rastî 15 meh cezayê girtîgehê hat. Duh, piştî derket dadgehê zaroka xwe ya 18 mehî li pey xwe hişt û hat girtin. Ayşe Çelîk di Nîsana 2018’an de tevî zaroka xwe ya pitik hatibû girtin û li ser îtîraza pitika wê biçûk e cezayê wê hatibû taloqkirin. Mamoste Ayşe duh zaroka xwe teslîmî diya xwe kir û ket Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.
Mînaka din jî duh Serokê Rêveberiya Şîrketa Xebitandina Komirê ya Soma Can Gurkan serbest hat berdan. Serokê Şîrketa Kana Komirê Can Gurkan ku rastî 15 sal ceza hat duh hat berdan. Di 13'ê Gulana 2014'an de li Soma Kana Komirê hilweşiya bû û 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabû. Der barê Serokê Şîrketae Komirê Can Gurkan û 51 bersûcên din de 301 caran ji 2 salan heta 25 salan cezayê girtîgehê xwestibûn. Di 11'ê Tîrmeha 2018'an de dadgehê li Can Gurkan 15 sal ceza birî. Heyetê li Midûrê xebitandina Şîrketa komirê ya Soma Ramazan Dogru 22 sal û 6 meh, Cîgirê Midûrê Xebitandina Şîrketê Îsmail Adali 22 sal û 6 meh, Midûrê Xebitandina Şîrketê Akin Çelîk 18 sal û 9 meh û Endezyarê Madenê Ertan Ersoy jî 18 sal û 9 meh ceza birî. Ji kesên ceza li wan hati birîn Alp Gurkan jî di navde 37 kes beraet kirin. Piştî biryarê parêzeran îtîraz kirin û Serokê Şîrketê Komirê Can Gurkan tahliye bû. Can Gurkan ê li Girtîgeha tîpa T a Hêjmar 2 hat berdan.