GIRÊ SPÎ - Hevseroka Baroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriye Emel Dada, têkildarî darizandina bi hezaran DAIŞ'iyên di pêngava "Bagera Cizîrê" de hatin girtin, diyar kir ku ji bo darizandine komîsyon ava kirine û wiha got: "Ji bo dadgeh çawa û li ku bê ava kirin hevdîtinên me yên bi hezen navneteweyî re dest pê kirine.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Dêra Zorê di pêngava Bagera Cizîrê de dawî li heza eskerî ya DAİŞ’ê anî. Di şerê li dijî DAİŞ'ê de bi hezaran endamên DAIŞ'ê hatin girtin. Ji bo darizandina endamên DAIŞ'ê yên di destê QSD'ê de xebat berdewam dikin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûrye Komîsyon ava kir. Komîsyona ku ji bo dadgeh bê avakirin û nunerên koalisyona Navneteweyî ji bo avakirina dadgehê di 24'ê Adarê de kom bûn. Hevseroka Baroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriye Emel Dada, têkildarî darizandina bi hezaran DAIŞ'iyên di pêngava "Bagera Cizîrê" de hatin girtin, agahî dan. Dada, anî ziman ku ji vê komîsyona navneteweyî daxwaza wan a fermî heye û wiha got: "Ji bo dadgeh çawa û li ku bê ava kirin hevdîtinên me yên bi hezen navneteweyî re dest pê kirine. DAIŞ di milê eskerî de qediya. lê di milê fikrî û bîrdozî de hêj zindî ye. Têkoşîna esil hêj nû dest pê kiriye. Ji xeynî Iraq û Sûriyeyê ji 54 welatan bi hezaran kes tev li DAIŞ'ê bûne. Li gel DAIŞ'ıyan zarok û hevjînên wan jî di destê me de ne. DAIŞ'î tevî zarok û malbatên xwe hêjmara wan zêdeyî 70 hezar kes in. Ji niha de pirsgirêka xwedîkirin, bicihkirin û paratina wan derdikeve holê. Endamên DAIŞ'ê yên mêr girtî ne. Ji her cihî mirov bi zorê tev li rêxistina xwe kirine. Zarokên 8 salî girtine û li dibistanên ‘Eşbeli Xilafe’ perwerde kirine. Bi zorê dane şerkirin. Wekî wan bi hezaran mirovan neçarî şer kirine û xistine nava şer. Li dijî vê yekê tekoşînek pir mezin heye. Pêdivî hem bi piştgiriya maddî û hem jî ya manevî heye. "
DI 24'Ê ADARÊ DE HEVDÎTINA YEKEM PÊK HAT
Dada, anî ziman ku DAIŞ'ê di serî de êrîşî gelê Sûriye kir û bi giştî êrîşî hemû gelê cîhanê kir û wiha got: “Ji bo darizandina DAIŞ'ıyan me wekî rêveberiyê di 24'ê Adarê de bi hêzên navneteweyî re civînek pêk anî. Me di civînê de xwest dadgehek navneteweyi bê avakirin. Me xwest kesên ev êş bi gel dane jiyandin li dadgeha navneteweyî bên darizandin. Ev daxwaz mafê me yê xwezayî ye. DAIŞ'ê li vir êrîş kirin, komkujî kirin, talan û wêran kirin. Ji ber vê yekê divê cihê lê sûc kirine bên darizandin. Ji bo vê yekê jî pergala me ya edaletê wê pêşengiyê ji darizandinê re bike. Ji bo ev herêm bigêje aramî û xweşiyê ev rêya pêwist e. Ji bo dîsa DAÎŞ zindî nebe divê em hemû rêyan li pêş bigirin û zorê li vê yekê bikin."
ME KOMÎSYON AVA KIR
Dada, anî ziman ji bo darizandinê komîsyon ava kirine û di nava vê komîsyonê de nûner û pêşengên sazî û rêxistinên cuda hene. Dada, da zanîn ku xebatên wan ên ji bo dariznadina DAIŞ'ê didome û wiha bi dawî kir: "Emê xebaten xwe yên têkildarî vê mijarê di rojên pêş de bi raya giştî re parve bikin. Di hevdîtinên me yên heta niha de helwestên erênî derketin holê. Têkildarî cih û şiklê dadgehê niqaş didome. Dadgeh wê li ku û çawa bê avakirin ev niqaş didome. Divê em vê pirsgirêkê çareser bikin. Ev ne tenê pirsgirêka me ye. Ev pirsgirêka cîhanê ye."
MA / Nazim Daştan