* Zeynep Tekîn, xwişka Sûat Okûr ku ji 16'ê Çileyê ve li dijî tecrdê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku xwîn ji devê birayê wê tê û bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê û mirinê tev bigerin.
* Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê hew vîtamînan dide girtiyên di greva birçîbûnê de. Îsmet Akin ku 115 roj in di greva birçîbûnê de bi telefonê li dayika xwe geriya û got, ji ber siheta wî nebaş e nikare têkeve xew.
* Emîne Bozkûrt, dayika Osman Bozkûrt ku ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, ji bo nûçeya bidawîbûna tecrîdê bibihîse ji ber televîzyonê ranebe.
* Huseyîn Çevîk, birayê Îsmaîl Çevîk (28) ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, got: "Bi hezaran girtî 50 roj in ji bo aştiyê birçî ne."
* Piştî YSK'ê daxuyand ku ew ê mazbatayê nedin kesên bi KHK'yan hatine îexrackirin, şaredariya Tûşba, Artemêtan û Çildiranê ku HDP'ê bi dest xistibû radestî namzetên AKP'î hatin kirin. Waniyan bertek nîşanî vê yekê da û gotin, ew ê evan kesan wekî "şaredar" nehesibînin.
* Derket holê ku qeyûm Ceyhûn Taşkin ku tayînî Şaredariya Sêrtê hatibû kirin, camên gule di wan re naçin li pacên odeya xwe û odeya midûrê nivîsgehê bi cih kirine.
* Li Êlihê jinên ku nanê tenûrê çêdikin û rojê 50 lîre qezenc dikin, bilêv kirin ku ji ber krîza aborî êdî nikarin debara xwe bikin.
* Ji ber afîşên li ser "Azadî bi xwerêvêbirinê dest pê dike" nivîsandî wek "Azadî bi xwerêveberiyê dest pê dike, azadî bi xweseriyê dest pê dike" hatine wergerandin, der barê Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Guler Tûnç û parêzer Gulşen Elçî de doz hat vekirin.
* Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar, diyar dike ku ger AYM, der barê biryara YSK'ê ya nedayîna mazbatayan de biryara "binpêkirinê" bide, dibe ku rewşa heyî biguhere.
* Derket holê ku qeyûmê Şaredariay Cizîrê, beriya hilbijartinê bi çend rojan mobîlya, amûrên paqijî û kirtasiyeyê yên odeya xwe ya qeymeqamtiyê hemû bi budçeya şaredariyê nû kirine û her wiha amûrên bernerxaneya li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê jî ji qaseya şaredariyê kiriye.
* Wê danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdagê, li eywanan dadgehê ya Girtîgeha Sîncanê pêk bê. (10.00)
* Wê KESK, der barê kadrobûyîna siyasiyî de li avahiay Navenda Giştî daxuyaniyê bide. (11.00)
* Çalakiya nobeta rûniştinê ya malbatan a li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di roja 11'an de didome. (12.00)
* Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê, wê biçe Girtîgeha Duzceyê, hevdîtinê bi rayadaran re çêbik û piştî hevdîtinê wê daxuyaniyê bide. (13.00)