AMED - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik ziyaret kirin.
Piştî Hevşaredarên Bajarê Mezin ên HDP'î şaredarî qezenç kirin ziyareta gel û saziyên sivîl ên civakî berdewam dike. Welatî û nûnerên saziyan li şûna çîçekan pirtukan dibin şaredariyê. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik ziyaret kirin. Hevşaredar Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik dayik li devê derî pêşwazî kirin û piştre sohbet kirin. Dayikan piştî hevşaredar ziyaret kirin ji bo peywira wan serkeftin xwestin.