WAN - Ji 6 girtiyên 114 rojin li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê di greva birçîbûnê dene Ahmet Surme, diyar kir ku rewşa tenduristiya wan giran dibe û bang hestiyariyê li raya giştî kir.
Ji 6 girtiyên 114 rojin li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene Ahmet Surme, diyar kir ku rewşa tenduristiya wan giran dibe û banga hestiyariyê li raya giştî kir.
'EMÊ BI VÊ VÎNÊ BI SER BIKEVIN’
Surme bi rêya malbata xwe ev peyam da: “Dema min dest bi greva birçîbûnê kir ez 66 kîlo bûm. Niha ez bûme 54 kîlo û min 12 kîlo dane. Her roja derbas dibe, pirsgirêkên tenduristiya me xirabtir dibin. Dilê me dixele, kramp dikeve mîda me, serê me pir diêşe û sergêjî bi me re çêdib. Dema em derdikevin ber roniyê, rûdinin û radibin berçavê me reş dibe. Bêhna me teng dibe û ev rewş carna ji nişkan ve û carna jî li ser hev bi me re rû dide. Berî me li odeyê û baxçe volta di avêt. Lê niha dema em radibin ser xwe, em tavilê diwestin. Her ku diçe rewşa tenduristiya me giran dibe. Em hewl didin pir kêm bimeşin. Ji bo ku em zindî bimînin. Li gel van hemûyan jî, em bi biryarin ku têkoşîna xwe berdewam bikin. Em di wê baweriyê dene ku emê bi vê vînê bigihin serkeftinê. Kî dibe bila bibe, divê deng ji bo grevên birçîbûnê derxîne.”