ENQERE - 2'emîn danişîna doza bersûcên fîrar ên komkujiya 10'ê Cotmehê ya li GAR'a Enqereyê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Piştî şahid nehatin guhdarkirin malbatan bertek nîşanî helwesta dadgehê da. Heyetê navber da danişînê.
2'emîn danişîna doza bersûcên firar ên komkujiya 10'ê Cotmehê ya li GAR'a Enqereyê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dest pê kir û didome. Di danişinê de xizmên kesên ji yana xwe ji dest dan, Parlamentera HDP'ê Filiz Kerestecioglu âmade bûn. Gelek parêzerên kuştiyan, parêzerên baroya Hatay, Bursa û Stenbolê jî beşdarî danişînê bûn. Parêzerên bersûcan tev li danişinê nebûn. Danişînê piştî nasname hatin xwendin dest pê kir. Parêzerên baroyên Hatay, Bursa û Stenbolê diyar kirin ku wê dozê bişopînin û xwestin mudahilê dozê. Piştre hevjîna Îlhami Balî Hulya Bali ji Girtîgeha Kîlîs Hatayê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Heyeta dadgehê bêyî ku Balî bi axive ket navberê û got: "Tu dixwazewekî hevjina bersûc îfade bide ya na?" pirsî. Hulya Bali got: "Di sala 2014'an ji ber gefên hevserê xwe ez neçar mam derbasî Suriye bibim. 6 carin beşdarî SEGBİS'ê dibim. Lê tu carî îfadeya min negirtin. Ez dixwazim ji poşmaniya çalak sûdê bigirim." Heyeta dadgehê axaftina Balî qut kir û got: 'Tu dixwaze wekî şahid îfade bide ya na? Ji ber tu hevjîna bersûc e tu dikare îfade nede."
Hişyariya hekîm rastî bertekên malbatên kuştiyan hat. Parêzerê kuştiyan jî diyar kir ku Şahid ne tenê der barê hevjînê xwe de, dixwaze ji poşmaniya çalak sûdê bigire. Ji ber vê yekê divê der barê bersûcên din de jî îfade bide.
Parêzera kuştiyan Yildiz Îpek xwest şahid bê guhdarkirin û got: "Divê lêpirsîna şahid bidome. Dijberî vê yekê ev rewş li dijî darizandina rêgeza adîl a Makeqanûnê ye. Darizandina çalak îhlal dibe. Xwe vekişandin tenê têkildarî hevjînê wê ye. Parêzerê kuştî Dogukan Topcan, jî diyar kir ku Hulya Bali îfadeyên bi nakok dide û wiha got: "Di dosyaya lêpirsînê ya Hulya Balî de tê gotin ku 35 kes teşhîs kirine. Di dosyayê de hemû kesên şikdar navê wan ê kod tê zanîn. Ji bo ev yek ronî bibe divê şahid bi axive. Her dosyayên ku neyên ronîkirin wê neçarî tariyê bimîne. Parêzer Îlke Işik, jî ani ziman ku 4 sal di ser komkujiyê re derbas bû û wiha got: "Ji bo hemû berpirsiyar bên darizandin û ronîkirin em tedikoşin. Divê hemû kesên berpirsiyarê vê komkujiya herî mezin a welat e bên darizandin û cezakirin. 36 bersûc hene. We hin kes ceza kir û hin kes fîrarî ne. Me tu agahiyên saxlem negirt. Serokatiya Daîreya îstîxbarata vî welatî ji parvekirina agahiyan îtîna ye. We der barê miriyan de agahî xwest. Wan jî tenê 2 xêz bersîv da. Midûriyeta Giştî ya Polîsan çawa dibe ku li ser navê we biryarê dide. Ma meqama darazê ye? Hûn delîlan dixwazin, bersîvê jî nade we. Em jî dipirsin hûn çi vedişêrin. Em dixwazin hûn dîsa der barê bersûcên fîrar de nivîs bixwazin"