MÊRDÎN – Hevşaredarên Qoserê yên HDP'î piştî şaredarî ji destê qeyûm stendin, dest bi xerakirina dîwarê qeyûm ê 2 metre li dora şaredariyê ava kiribûn xerak kirin. Balyozê yekemîn, Hevşaredara Qoserê Nilufer Elik Yilmaz li dîwar xist.
Hevşaredarên HDP'î yên ku di hilbijartina 31'ê Adarê de şaredarî qezenç kirin piştî mazbatayên xwe girtin dest bi xebatên xwe dikin. Hevşaredarên Qoserê yên HDP'î piştî şaredarî ji destê qeyûm stendin, dest bi xerakirina dîwarê qeyûm ê 2 metre li dora şaredariyê ava kiribûn xerak kirin. Balyozê yekemîn, Hevşaredara Qoserê Nilufer Elik Yilmaz li dîwar xist. Di xerakirina dîwarê qeyûm de Hevşaredar Yilmaz, endamên meclîsa şaredariyê û gelek welatî amade bûn. Hevşaredar Yilmaz, yekem balyoz li dîwar xist û dest bi xerakirinê kirin.
Hevşaredar Yilmaz, diyar kir ku divê şaredarî ji gel re vekirî be û wiha got: "Dema me dest bi xebatên hilbijartinê kir, daxwazek gel ji me hebû. Gotin dema em biçin şaredariyê divê em xwe di girtîgehê de hîs nekin. Gotin di milê derûnî de em xwe rehet hîs nakin. Daxwaza wan xerakirina dîwar bû. Me jî li ser daxwaza gelê xwe dîwar xera kir. Divê gelê me xwe azad hîs bike. Bila ji hemû gelê me re ser xêrê be.
Li aliyê din Xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn ya HDP'ê jî di saetên serê sibê de dest bi rakirina bariyerên li pêş avahiya şaredariyê rakirin.