MÊRDÎN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, diyar kir ku qeyûm şaredarî 1 mîlyor û 26 mîlyon TL deyndar kiriye û got: “Ji bo ku şaredarî kar neke, ev plan kirine dewrê. Kesên ne xebatkarên şaredariyêne jî, mûçe distînin. Emê ji bo van hemûyan ji Sayiştay mufetîş daxwaz bikin.”
Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Turk û Fîgen Altındag ên Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê qezenc kirin, di yekemîn civîna meclîsê ya duh li darxistin de ragihandin ku di kaseya şaredariyê de 95 mîlyon TL pere heye, 63 mîlyon TL deyn xuya dike û qeyûm şaredarî 1 mîlyar 26 mîlyon TL deyndar kiriye. Hevşaredaran, diyar kirin ku ji vî deynî tenê 620 mîlyon TL deynê Îdareya Kanalîzasyon û Av a Mêrdînê (MARSU) heye. Hevşaredaran, di heman demê de destnîşan kiribûn ku derbarê rewşên xerckirin, îhale û deynên di dema qeyûm hatine kirin de jî, dest bi lêpirsînê kirin.
‘JI BO KU KAR NEYÊ KIRIN EV PLAN PÊŞ XISTINE’'
Hevşaredarê HDP’ê yê Mêrdînê Ahmet Turk derbarê texrîbatên di şaredariyê hatin kirin de ji Ajansa Mezopotamaya (MA) re axivî. Turk, diyar kir ku lêkolînên wan ên derbarê deynan de berdewam dikin û wiha axivî: “MARSU 620 mîlyon TL denydar kirin, lê terxaniya wê ya mehane tenê 6 mîlyon TL ye. Ji bo ku em kar nekin, ev plan pêş xistine. Ev bêhiqûqiyek mezin. Di şaredariyê de du qalibên sabûnê jî nehiştine. Aşkereye ku li vê derê bêhiqûqî û nelirêtiyeke mezin heye. MARSU ya tenê 6 mîlyon TL terxaniya wê heyî, çawan dibe ku 620 mîlyon TL deynê wê çêbe. Tu îzahata vê yekê tuneye.”
TERXANIYA MARSÛ BIRÎN
Turk, anî ziman ku wan bihistiye ku terxaniya MARSU ji aliyê Bankeya Îller ve hatiye birîn û wiha got: “Ev ji bo ewlekariya çemawerî gefek mezine. Ger av neyê klorkirin û hin tedbîr neyin girtin, wê nexweşî derkevin holê. Li gorî dizanim, dê Bankeya Îller ji sedî 40 terxanê bibire. Lê li gorî agahiya ji bo min hat jî dê bi giştî terxanê bibire. Ev dê ji bo ewlekarî û tenduristiya mirovan rîskek mezin derbixe holê. Ji nişkave terxan birîn bêhiqûqiye. Tu saziyek nikare bi tena serê xwe biçe biryareke wiha.”
‘YEKÎNEYÊN BI ARMANCA PROPAGANDAYÊ HATIN AVAKIRIN DÊ BETAL BIKIN’
Turk, da zanîn ku ewê berî her tiştî hin yekîneyên di dema qeyûm de hatine avakirin, dê betal bikin û wiha bilêv kir: “Ji bo ku em vê rewşa şaredariyê komî ser hev bikin, tişta ji destê me were emê bikin. Di şaredariyê de, gelek yekîneyên bi armanca propagande kirinê, hatine avakirin. Yek ji van jî Masa Mardîn e. Dîsan li ser Kent A.Ş. gelek kes girtine kar, lê gelek ji van kesan qet nayê şaredariyê. Li gorî daxwaza hin kesan 4 hezar, 2 hezar, 2 hezar û 500 TL mûçe ji bo van kesan hatiye dayîn. Divê ev yek bê sererastkirin. Li gorî kesan mûce hatiye girêdan. Ji xwe me saziya rêveberiya Kent A.Ş. betal kir. Em ê biçin hin sererastkirinek nû û emê di yekîneyên din ên heyî de jî biçin sererastkirinê.”
‘EMÊ JI SAYIŞTAY MUFETTÎŞAN DAXWAZ BIKIN’
Turk, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Emê fîzîbîlîteya van hemû karan derbixin holê. Emê bi ekîbek pispor û serbixwe re hemû îhale û xerckirinan bigirin dest û hemû deynan tespît bikin. Piştî tespîtan emê ji Sayiştayê mufettîşan daxwaza bikin. Niha hemû xerckirin di destên me dene. Di demek kin de em ê hemû krînên qeyûm yek bi yek bi dosyeyan ji raya giştî ya Tirkiyeyê re aşkere bikin. Emê mafê xwe bixwazin. Divê hemû kes vê rewşa baş bibîne.”
MA / Ahmet Kanbal