ENQERE – Midûriyeta Giştî ya Polîsan, der barê doza komkujiya GAR'ê ya Enqereyê de rapor ji dadgehê re şand û diyar kir ku DAÎŞ’î dikarin dîsa êrîşan bikin. Midûriyetê, diyar kir ku hêj şikdarên der barê komkujiya GAR'ê de yên lêgerîna wan heye, dibe ku dîsa li Tirkiyeyê çalakiyên nû pêk bînin.
Di 10'ê Cotmeha 2015'an de endamên DAIŞ'ê li dijî Mitînga Aştî û Demokrasiyê ya GAR'a Enqere êrîşên xwekuş pêk anîbûn. 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes jî birîndar bûbun. 2'emîn danişîna doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya li GAR'a Enqereyê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê wê îro bê dîtin. Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê ya Emniyetê di doza Komkujiya 10'ê Cotmehê de ku 16 bersûcên fîrarî tên darizandin, bi hinceta “Agahiyên îstîxbaratê wekî delîl nayên bikaranîn" agahî nedan dadgehê. Serokatiya Daîreya Têkoşîna bi Terorê re (TEM) jî 8 rûpel nivîs ji dadgehê reşand û diyar kir ku bersûc Bayram Yildiz, Kasim Dere û Yakup Selagzi ku bersuc in dikarin li dijî Tirkiye çalakiyan pêk bînin. TEM'ê di nivîsê de diyar kir ku ji bersûcên fîrarî 7 ji wan dibe ku li Sûriye hatibin kuştin. Parêzerên mexdûran jî diyar kirin ku midûriyeta polîsan agahiyan vedişêre û wiha got: "Di nivîsê de kesên bi navê Kasim Dere, Muhammed Zana Alkan ji bo bi hêsanî karibin tev bigerin wan wekî "Mirî" nîşan didin. Parêzeran xwest der barê kesên navborî de lêkolîn bê kirin.
4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere, der barê 19 bersûcan de biryar dabûn ku bên girtin û dosya 16 bersûcên li derve jî cuda kiribû. Danişîna doza der barê 16 fîrariyan de wê îro bê dîtin. Heyeta dadgehê di danişîna berê de der barê hemû bersûcan de nivîs ji TEM'ê û Îstîxbarata Midûriyeta Polîsan xwestibû.
MIDÛRIYETA POLÎSAN AGAHÎ NEDA
Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê ya Emniyetê, bi hinceta “Agahiyên îstîxbaratê wekî delîl nayên bikaranîn" agahî nedan dadgehê. Serokatiya Daîreya Têkoşîna bi Terorê re (TEM) jî 8 rûpel nivîs ji dadgehê reşand. TEM'ê di nivîsa 4'ê Nîsana 2019'an de diyar kir ku navê bersûc Suphi Alpfidan, Îbrahim Halil Alçay, Metin Akaltın, Talha Guneş, Erman Ekîcî, Bayram Yildiz, Ahmet Guneş, Cebrail Kaya û Deniz Buyukçelebî di nava lîsteya kesên ku li cihê herêma şer xebatê dikin û hatibû plankirin ku çalakiyên întîharî pêk bînin de cih digirin." TEM'ê di nivîsê de anî ziman ku bersûc Bayram Yildiz, Kasim Dere û Yakup Selagzi ku bersuc in dikarin li dijî Tirkiye çalakiyan pêk bînin. TEM'ê di nivîsê de diyar kir ku ji bersûcên fîrarî 7 ji wan dibe ku li Sûriye hatibin kuştin.
Parêzerê mexdûran, der barê nivîsa TEM'ê de 14 rûpel nivîs şand ji dadgehê re û got: "Di nivîsa midûriyeta polisan de agahî û nivîsên berê hene. Polîs agahiyan vedişêre. Li Tirkiye doza herî mezin a komkujiyê ye. Lê bi nivîsa sersariyê paşguh dike û ji ser serê xwe davêje. Lê Midûriyeta Polîsan jî di nivîsê de anî ziman ku Hasan Huseyin Ugur, Nusret Yilmaz, Kenan Kutval, Ahmet Guneş, Kasım Dere, Muhammed Zana Alkan û Deniz Buyukçelebe ên fîran in dibe ku li Sûriye jiyana xwe ji dest dabin û agahiyên îstihbarî yên têkildarî mirina wan heye. Parêzerê mexdûran jî anî ziman ku ji kesên tê gotin hatine kuştin Kasim Dere û Muhammed Zana Alkan wekî ku miribin hatiye nîşandan û ev hiş hatiye avakirin, Lê tê gotin ku ji bo ev kes karibin bi hêsanî tev bigerin hişekî wisa hatiye avakirin. Em dixwazin bi rêyên dîplomatîk DAIŞ'iyên di lîsteya miriyan ku ji aliyê DYA ango Hêzen koalisyonê de bi bombebaranê û êrişên drone hatin kuştin de cih digirin bên xwestin û zelalkirin.