AMED – Hevşaredarên Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik diyar kirin ku ew ê odeya meqamê ya luks ku bi milyonek TL hatiye çêkirin bikar neynin.
Hevşaredarê HDP’î yê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli piştî ku şaredariyê ji qeyûm Cumalî Atîlla dewr girt, çû odeya meqam a qeyûm û dîmenên odeya meqam a luks, serşok û odeya bêhvedanê li ser hesabê xwe yê medya civakî bi raya giştî re parve kir. Piştî vê parvekirinê welatiyên ku diçin serdana şaredariyê diwazin vê odeya meqam û serşoka luks bibînin. Ji ber ku daxwaz zêde ye hevşaredar hêj odeyê ji gel re venekirine.
WELATÎ Û XEBATKAR ÊDÎ NAYÊN LÊGERÎNKIRIN
Piştî hevşaredaran dest bi wezîfeya xwe kir guhertinan jî dest pê kir. Piştî du sal û nîv yekemîn car xebatkarên şaredariyê û welatî bêyî ser wan bê lêgerînkirin derbasî avahiya şaredariyê bûn. Kulubeya lêgerînê ya polîsan hat rakirin û xebatkarên şaredariyê derdora avahiya şaredariyê bi ava şid şûştin.
WÊ KIRINÊN QEYÛM LI PANOYAN DALIQÎNIN
Hevşaredaran Komîsyona Tespîta Xisarên Qeyûm ava kirin. Komîsyonê ji bo îhaleyên qeyûm, razemenî, xebat û kirinên wan bikin rapor dest bi xebatê kirin. Piştî kirinên qeyûm bên tespîtkirin dê li panoyên bajêr bên daliqandin.
‘EM Ê BIKAR NEYNIN’
Kêliya ewil ku Hevşaredar Selçûk Mizrakli dîmenên odeya qeyûm parve kiribû hatibû gotin ku odeya meqam, serşokê û odeya bêhnvedanê bi 750 hezar lîreyî hatiye çêkirin. Pişt re Hevşaredar Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik piştî fatûreyan lêkolîn kirin derket holê ku qeyûm meqamê xwe bi bihayê ku milyonek lîreyî derbas kiriye çêkiriye. Hevşaredaran got ew ê odeya qeyûm bi kar neynin. Mizrakli got: “Em ê bi tu awayî wir bikar neynin. Çavê mirovan diwestîne. Dilê mirovan diwestîne. Em bi meclîsa xwe ya şaredariyê re biryar bigirin û ji bo em ê çibikin ji wan odeyan binirxînin.”
‘JIXWE RE DINYAYEK BIÇÛK AFIRANDIYE’
Mizrakli rêveberiya qeyûm a du sal û nîvan li ser şaredariyê wek “destbelaviyek bit irs, talan û rûxandinê” nirxand û wiha got: “Li vir tam jî mîrasê însanan hatiye xwarin. Me dît ku nirxên însanan ku bi salan hatiye berhevkirin hatiye talankirin. Bi çêkirina van odeyan zirarek mezin daye aboriya şaredariyê. Me dît ku li şûna xizmeta ji bo gel ji xwe re xizmetê kirine. Tişta me dît adeta wek rapora qeyûm e. Ji erdnîgariya lê dijî veqetiyaye û adeta ji xwe re dinyayek biçûk afirandiye. Ne hewceyî pirr gotinê ye, tişta ku hatiye kirin li ber çavan e. Lê li gel van hemû rûxandinan jî em ê ji nûve her deverî ava bikin. Em ê bajarê xwe zindî bikin û di warê qedîmiya ziman û çandî de em ê bikin bîreke civakî.”
UYANIK: KIRINÊN QEYÛM MÎNAKEK BIÇÛK A TIRKIYEYÊ YE
Hevşaredar Hulya Alokmen Uyanik jî destnîşan kir ku piştî tayînkirina qeyûm şaredariyê veguherandine qişleyê û wiha got: “Şaredarî li gel girtibûn. Li gorî dilê xwe hemû tiştî bikar dianîn û ji gel dûr bin. Li gorî kesên dilê xwe xizmetê dikirin û butçeya şaredariyê xerc kirine. Pereyên şaredariyê hemû israf kirine. Ev dîmen hewcehî jî bo gotinê nahêlin. Me her tim polîtîkaya xespkirinê dianî ziman. Tişta me li şaredariya Amedê dît mînakek biçûk a Tirkiyeyê ye.”
MA / Lezgîn Akdenîz