MÊRDÎN - Bavê Zana Yilmaz ê 104 roj in li girtîgeha Mêrdînê di greva birçîbûnê de ye Bedî Yilmaz, xwest daxwaza girtiyan bê qebûlkirin û got: "Muxatabên vê yekê kî bin, wê êdî malbat wan bêzar bikin. Eger em nikaribin bi rihetî rakevin, divê ew jî bi rihetî nikaribin rakevin."
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, yek jê jî Zana Yilmaz ê 21 salî ye. Yilmaz ku 104 roj in di greva birçîbûnê de ye, 4 sal in girtiye. Wexta xwendekarê lîseyê bû bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 20 sal û 3 meh ceza lê birîn.
Bavê Zana Yilmaz Bedî Yilmaz, diyar kir ku hefteya borî çûye girtîgehê kurê xwe dîtiye. Bedî Yilmaz, anî ziman ku kurê wî gotiye "Heta daxwaza me neyê qebûlkirin emê çalakiya xwe dewam bikin." Bav Yilmaz, bilêv kir ku kurê wî 7 kîlo zihîf bûye û êdî nikare tiştên avî jî bixwe.
'ÇALAKIYA WAN LI DIJÎ TECRÎDÊ YE'
Bav Yilmaz, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li ser civakê jî tê sepandin û got: "Îktîdar, ji bo îktîdara xwe bidomîne di şexsê Îmraliyê de civakê giş tecrîd dike. Çalakiyên li girtîgehê, li dijî tecrîda li ser Ocalan û civakê ye. Em piştgiriyê didin daxwaza zarokên xwe û xwedî li adxwaza wan derdikevin."
Bav Yilmaz diyar kir ku divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike û rê li ber mirinê bigire. Bav Yilmaz, anî ziman ku mafê jiyanê beriya her tiştî tê û got: "Daxwaza girtiyan, daxwazeke mafdar û demokratîk e. Wê gel zarokên xwe bêxwedî nehêle. Li kuderê çi hewce be wê malbat li wir bin. Wê kes li mala xwe rûnenê. Çimkî ew perçeyeke ji canê me ne. Muxatabên vê yekê kî bin, wê êdî malbat wan nerihet bikin. Eger em nikaribin bi rihetî rakevin, divê ew jî bi rihetî nikaribin rakevin."