WAN - Li Wanê piştî hatina biharê, şivan li Taxa Bahçivanê ya Îpekyolûyê li hev kom bûn. Şivanan, diyar kir ku li bajêr her ku hejmara kesên betal zêde dibe hejmara wan jî zêde dibe.
Li Wanê bi hatina biharê re wexta şivanan dest pê kir. Şivan, ji niha ve li Kueya Kuçuk Camî ya Taxa Bahçivan a Îpekyolûyê li hev kom dibin. Xwediyên heywanan ji bo xwedîkirina heywanên xwe tên vê kuçeya navbirî û bazariyê dikin û li gor şert û mercên xwe şivanan digirin. Şivanan, bilêv kir ku her ku li bajêr hejmara betalan zêde dibe, hejmara wan jî zêde dibe.
Reşît Sadak ku ji serê Nîsanê ve her roj tê li vê kuçeyê disekine, got: "Gundî tên vir û ji xwe re li şivanekî digerin. Li bajêr êdî heywan jî kêm bûne. Êdî kes wek berê nayê li şivanan nagere. Niha kesên betal hemû dibin şivan. Berê meha şivanekî 5 hezar lîre bû, lê niha daketiye 2 hezar lîreyî. Krîzeke pir mezin heye. Êdî wek berê kes şivanan nagire."
Bayram Karataş jî bal kişand ser krîza aborî û got: "Êdî ne şivantî maye ne jî sewalvanî. Niha li vira bi sedan kes hene, lê kar tune ye."
Mehmet Gurgeç jî got: "Xwediyê heywanan tên dibêjin em ê mehê hezar û nîv lîre bidin we. Divê hinekî xwedî wijdan bin. Li gor salên borî mehaneya me nêvî nêvî daketiye."