RIHA - Seher Sariçîçek a 87 salî ku şahidê zarokatiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bang li raya giştî kir û got: "Bibin dengekî wisa ku guhê min ê ker biteqe."
Li gundê Cibînê Seher Sariçîçek ku şahidê zarokatiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û kurên wê HuseyîN Sariçîçek û zavê wê Hasan Bîndal ku hevalên Ocalan in, behsa Ocalan kir. Sariçîçek, xwest tecrîda li ser Ocalan bi adwî bibe.
HÎN JÎ EW TIZBÎ LI CEM WÊ YE
Sariçîçek, anî ziman ku ji ber rêza Ocalan ji bo mezinan hebû, her kesî jê hez dikir. Sariçîçek, diyar kir ku wexta Ocalan ji gund derketiye çend caran wî dîtiye, lê belê herî dawî wexta hatiye gund tizbiyeke ji navikên zeytûnan diyarî wê kiriye û ew tizbî hîn jî li cem wê ye. Sariçîçek, bilêv kir ku zavê wê Hasan Bîndal û Ocalan hevalên hev ên nêz bûne û ev dostanî heta kuştina Bîndal jî dewam kiriye.
Sariçîçek, anî ziman ku Ocalan tesîr li kurê wê Huseyî Sariçîçek û gelek ciwanên gundê Erah, Amara û Cibînê kiriye û piraniya van ciwanan paşê tev li nav refên PKK'ê bûne. Sariçîçek, anî ziman ku ji evan ciwanan hin jê hîn sax in û hin jê jî jiyana xwe ji dest dane û got: "Wê çaxê me nizanibû ka Ocalan çi dike. Heta ji ber zarokên me çûbûn, em jê adiz bibûn. Lê piştî salên dûr û dirêj wexta me dît gelê kurd rabûye ser piya, me fêm kir û adiziya me nema. Berkesê wê ew adizê veguherî hezkirin û sempatiyekê."
‘RÛYÊ RAST Ê DEWLETÊ ŞANÎ ME DA'
Sariçîçek, destnîşan kir ku li Xelfetiyê kurd, tirkmen, ermenî, suryanî û gelên din bi hev re dijîn û got: "Piştî fikrên Ocalan belav bûn, dewletê berberîbûn xistin navbera kurd û tirkan. Lê dewlet bi ser neket. Ji ber bi ser neket, hemû kesên piştgirî dan PKK'ê û bi sempatî nêz bûn îşkence kirin. Bi van êrîşan re me rûyê rast ê dewletê dît. Ocalan rûyê rast ê dewletê şanî me da."
‘JI BO HEMÛ GELAN DOZA AZADIYÊ KIR'
Sariçîçek, diyar kir ku Ocalan tenê ne ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê doza azadiyê dike. Sariçîçek, bilêv kir ku Ocalan rastî li ber gelê kurd, tirkmen, ermenî û gelên din xistiye û ji ber vê ye her kes ji Ocalan hez dike.
‘BI ROJAN MIN REŞ GIRÊDA'
Sariçîçek, bilêv kir ku wexta Ocalan ardestî Tirkiyeyê hatiye kirin pir li ber ketiye » bi rojan derneketiye derve û şîn girêdaye. Sariçîçek, got: Wexta xebera mirinê kurê min hat, ew qas li ber neketibûm. Te digot qey her tişt bi ser min de hatiye. Min got qey ehr tişt qediya. Lê niha wexta meriv li têkoşîna wî dinere, em fêm dikin ku me çi qas neheqî lê kiriye."
Sariçîçek, diyar kir ku wexta Ocalan azad bibe wê şer jî biqede û got: "Sedema vê xwînê tecrîda li ser Ocalan e. 3 salan hevdîtin bi Ocalan re çêkirin. Di wan salan de tiştek jî nehat serê mirovan. Li vî welatî ji bo şer bisekine û xwîn neherike divê hevdîtin bi Ocalan re çêbibin."
'DAXWAZA WAN DAXWAZA MIN E'
Sariçîçek, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û got: "Daxwaza wan daxwaza min e. Divê daxwaza wan rojek berî rojekê bê qebûlkirin da çalakî bi dawî bibe. Çimkî her ku xebera mirinê ji girtîgehan tê em jî dimirin. Hemû ciwan in. Çavê hemûyan maç dikim. Divê her kes bi wijdan tev bigere û dengê wan bibihîse. Êdî ez pir extiyar bûme. Xweşikî nikarim bimeşim û guhên min giran bûne. Lê ji bo girtîgehan bibin dengekî wisa ku guhê min ê ker biteqe."
MA / Erdogan Alayumat