STENBOL – Rojnamevan Hediye Levent, diyar kir ku li Rojhilata Navîn herî zêde mafê jinan û kurdan hatiye binpêkirin û got: "Bi serîhildana ereban re mafên wan bêtir xuya bûn. Parastina destkeftiyan jî girêdayî hin bazariyên zor û zehmet in."
Her roj her roj li Rojhilata Navîn hevsengî diguherin. Rojnamevan Hediye Levent a tev li Konferansa Rojhilata Navîn a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bû, geşedanên li Rojhilata Navîn nirxandin.
Levent, anî ziman ku li Rojhilata Navîn her roj her roj hevseng diguherin û pirsgirêkên nû rû didin. Levent, anî ziman ku li vê erdnîgariyê herî zêde mafên jinan û kurdan hatiye binpêkirin û got: "Li vira jin û kurd, ji ber şert û mercên serdemê mafên wan pir hatin binpêkirin. Lê bi serîrakirina ereban re mafê wan hinekî din xuyangtir bû. Lê hîn ev serîhildan bi dawî nebûye. Tenê serdema pevçûnên çekdarî bi dawî bûye. Lê em nizanin wê niha çi biqewime." Levent, diyar kir ku lê belê parastina destekeftiyên heyî bi hin bazariyên zor û zehmet ve girêdayî ye.
‘LI GOR HER KESÎ GUHERBAR E'
Levent, bal kişand ser nîqaşên îstikrara Sûriyeyê jî û bilêv kir ku li wir têgîna îstikrarê li gor her kesî cuda ye û têgîneke guherbar e û wiha axivî: "Îtikrar, têgîneke pir cuda ye. Têgîneke dîtbar e. Li gor Rûsyayê îstikarar Sûriyeyê çî ye? Bidawîbûna pevçûna ye. Her wiah li Şamê parastina berjewendiyên Rûsyayê ye. Ji bo Îranê, ji bo Tirkiyeyê cudatir e. Îran û Tirkiye dixwazin li wir mayînde bin. Her wiha DYA jî dixwaze mayînde be. Kurd j, her çi qas niha tam modela xwe diyar nekiribin jî lê hewl didin mafên xwe û destkeftiyên xwe biparêzin. Her wiha di navbera Rûsya û Şamêd e jî tengiîne. Niha nediyar e ku dê çawa ji vê rewşê xelas bibin."
‘BI BEDÊLÊN GIRAN BI SER KETIN'
Levent, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de bedêlên herî giran jinan daye û jin bi taciz, tecawuz û komkujiyan re rû bi rû mane. Levent, êrîşên DAIŞ'ê yên ku bi hezaran mirov kuştin jî bi bîr xist û got: "Bi serîrakirina ereben hin tiştên erênî jî qewimîn. Ev şer bû munasebeta ku ruhê piştevaniyê jî li mirovan peyda bibe. Di dema şer de têkiliya di navbera jin û mêran de, veguherî têkiliyeke piştevaniyî. Em dikarin bêjin di vê pêvajoyê de jin bêtir daxilî jiyana aboriyî û jiyana civakiyî bûn. Niha li her derî dixebitin. Her wiha di nav malbatê de jî derketin pêş. Berê meseleya xwendina zarokên keç hebû. Niha ev guheriye. Civak radîkalîzm nas kir, ev ji bo wan pir xirab bû. Niha em dibînin kêm be jî mafê xwendinê yên zarokên keç çêbûne. Jinan bedêlên giran dan û gelek tişt jî bi dest xistin."
LI HERÊMÊN YPJ'Ê QEWIMÎNÊN ERÊNÎ
Levent, diyar kir ku di destpêkê de berpirsiyariya jinan a di şer de bibû cihê bertekan û got: "Lê paşê nerîna li hemberî jinê guherî. Lê hîn jî li hin herêman xebata jinê wekî namûs, bênamûsî tê pênasekirin. Lê li herêmên ku YPJ lê ye, rewş cuda ye. Jinan bedêlên giran da, lê ev bû pêşketinek erênî."