AMED - Dayika girtî Ayetullah Ay ê 49 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê di greva birçîbûnê de ye Hîdayet Ay diyar kir ku kurê wê xistine hucreyê û lazmatiyên wî nadin wî.
Dayika girtî Ayetullah Ay ê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê 49 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, Hîdayet ay anî ziman ku kurê wê xistine hucreyekê û lazimiyên wî nadin wî. Dayik Hîdayet Ay, di 11'ê Nîsanê de kurê xwe dît û diyar kir ku îdareya girtîgehê tahdeyê li girtiyên di greva birçîbûnê de ne dike.
Dayik Ay, bilêv kir ku 7 sal in kurê wê di Girtîgeha Kirikkaleyê de ye û mehê ancax carekê dikare biçe girtîgehê. Ay, anî ziman ku kurê wê xistine hucreyeke yekkesî û girtiyeke din jî xistine hucreye kurê wê, lê belê refeqatvanê wan tune ye. Dayik, diyar kir ku îdareya girtîgehê lazmatiyên kurê wê û girtiyên din ên di greva birçîbûnê de nade.
'EM Ê WAN BI TENÊ NEHÊLIN'
Ay, diyar kir ku girtiyên di grevê de hemû wekî zarokên wê ne û got: "Heta daxwaza wan neyê qebûlkirin wê dev ji çalakiya xwe bernedin. Kurê min nexweş e, lê dîsa jî bibiryar e. Dibêje ez ê heta dawiyê li ber xwe bidim."
Ay, anî ziman ku moralê girtiyan baş û bang li raya giştî kir û got: "Em ê heta dawiyê ji bo zarokên xwe bitêkoşin. Em ê wan bi tenê nehêlin. Daxwaza me tenê aştî ye."