MÊRSÎN - Malbatên girtiyan, bi armanca balê bikişînin ser daxwaza xizmên xwe yên li dijî tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, li pêş Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterê HDP’ê Rıdvan Turan, bang li rayedaran kir û xwest bi lez dawî li tcrîdê bînin.
Malbatên girtiyan, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Girtiyan a Çukurova (TUAYDER), Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Turan û gelek nênerên rêxistinên demokratîk, bi armanca balê bikişînin ser daxwaza xizmên xwe yên li dijî tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, li pêş Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê daxuyanî dan çapemeniyê.
TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN
Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Turan, bal kişand ser tecrîdkirinê Ocalan û wiha got: "tecrîd li dijî hiqûqê ye. Ji ber vê bê hiqûqiyê girtî di grevê de ne. Tecrîd hem li dijî zagonên Komara Tirkiye û hem jî li dijî zagonên navteteweyî ye. Ji ber vê yekê îro Leyla Guven 161 rojin di greva birçîbûnê de ye. Bi hezaran girtî di çalakiyê de ne. Heta niha 8 kesan li dijî tecridê dawî li jiyana xwe anî. Ji bo kesên din dawî li jiyana xwe nînin û mirov jiyana xwe ji dest nedin em dibejin tecrîdê bi dawî bikin. Ger ku iro Tirkiye di aliyê demokratikbûnê de pêş nakeve sedema vê yekê tecrîd e. Tecrîd li pêş têkoşîna demokratîkbûne asteng e."
Xizma girtiyan Meliha Tamur jî diyar kir ku dema çû ziyareta girtiyan dit ku girtî nikarin li ser piyan rawestin û wiha got: "Em naxwazin zarokên me jiyana xwe ji dest bidin. Em bibin dengê wan û daxwazên wan pêk bînin. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe."
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.