ÊLIH - Êzidiyên li Qûbînê dijîn, bi hêviyên aştî û hizûr li cîhanê pêk were, Cejna Çarşema Sor pîroz kirin.
Êzidiyên li goma Şasim a gundê Şimzê ya navçeya Qûbînê ya Êlihê dijîn, Cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Êzidî berî pîrozbahiyên cejnê di berbanga sibê de goristan ziyaret kirin û li gorî ola xwe rê û resmên cejnê bi cih anîn. Êzidiyan, rê û resma xwe ya bi sedsalan di cejnê de pêk anîn, tayê bi teşiyê rêsandî ji bo bereketê bîne, bi dar, simbil, deriyên mal û lingê xwe ve girê dan. Êzidiyên Çarşema Sor weke jiyaneke nû îfade dikin, ji dibistanan destûra zarokên xwe xwestin û ew jî beşdarî pîrozvahiyên cejnê kirin.
‘BILA AŞTÎ Û HIQÛR BÎNE’
Êzidiyan, şekir, şirînahî û hêkên bi reng pêşkêşî mêvanên xwe kirin û diyar kirin ku ew Cejna Çarşema Sor bi armanca hiqûr ji bo mirovahiyê were pîroz dikin. Yek ji niştecihên goma Şasim Alî Kartal, cejin pîroz kir û got: “Ne tenê ji bo Êzidiyan, ji bo hemû mirovahiyê hêvî dikin ku hiqûr û aştî were. Ne tenê Êzidî, Misilman û hemû cîranên me tên mala me. Kî were mala me, em hêk û şekirin pêşkêşî wan dikin.”