ENQERE – HDP’ê bi rasthatina “Cejna Çarşema Sor” a civaka êzidiyan peyamek weşand û vê rojê li civaka êzidî û mirovahiyê pîroz kir û xwest ev roj bibe wesîleya rizgariya jin û zarokên êzidî yên dîl girtî û aramiya Rojhilata Navîn.
Civaka êzidî her sal piştî 13’ê Nîsanê çarşema ku tê wek “Cejna Çarşema Sor” pîroz dike. Li gorî mîtolojiya baweriya êzidiyan “Çarşema Sor” teqabulî roja afirandina alemê tê qebûlkirin. Bi vê wesîleyê Partiya Demokratîk a Gelan bi peyamek nivîskî Cejna Çarşema Sor pîroz kir. Peyama li ser pîrozbahiyê ya ku bi îmzeya Berpirsê Çapemeniyê û Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Azad Bariş hat parvekirin wiha ye:
“Di ser re çend sal derbas bin jî, hin adet, cejn û merasimên gelan, xwe li ber bayê zemên werdigirin û dibin mîrateya hemû mirovahiyê. Nemaze ew cejnên ku xwe li ser heqîqeta siruşt û mirovahiyê ava kirine, îro bûne malê hefizeya hevpar a mirovahiyê. Çarşema Sor yek ji wan cejnan e ku ji aliyê Kurdên Êzidî ve bi hezaran sal e tê pîrozkirin û îro jî bi heman ahengê tê pîrozkirin.
Çarşema Sor di mîtolojiya baweriya Êzidiyan de, teqabulî roja afirandina alemê dike. Dinya ev roj hatiye xuliqandin û Melekê Tawis ev roj hatiye ser rûyê zemîn. Ev roja miqedes, roja efûkirina gunehan, pak û paqijbûna ji gemariyên dinyayê ye. Ev roj, roja afirandina silhê, qayîmkirina biratiyê ye. Çarşema Sor anku Çarşema Serê Nîsanê, di mîtolojiya Êzidiyan de destpêka biharê, anku roja nû ye. Di baweriya Êzidiyan de ev roj, Melekê Tawis xirabiya li ser dinyayê xelas dike û qenciyê li hemû beşeran pêk tîne. Meha Nîsanê ji ber van sedeman ji aliyê Êzidiyan ve wek meheke pîroz û bûka 11 mehan tê qebûlkirin.
Gelê Êzidî îro dest bi saleke nû dike û hatina biharê û bêhn û bereketa siruştê pîroz dike. Hêviya azadî, aştî û biratiyê ya gelê Êzidî îro ji her rojê zêdetir bi avakirinê silhê heye. Gelê Êzidî îro jî di nav xetereya silsileya fermanan de dijî. Îro bi hezaran jinên Êzidî û zarokên Êzidî wek dîl di destên xeraban de ne. Bi hezaran Êzidî îro ji welatê xwe hatine dûrxistin, wek koçber û penaber di kampan de dijîn û li ser rêyan e.
Di gerîneka tundûtûjiyê ya li ser cîhanê de, îro pêdiviya mirovahiyê ji her rojê zêdetir bi aştiyê heye. Bi hêviya ku di nav beşeran de azadî û biratiyê ava bike, Çarşema Sor di serî de li gelê Êzidî yê qedîm û li hemû gelan pîroz be. Çarşema Sor bibe wesîleya rizgarkirina jin û zarokên dîl yên Êzidî û bibe wesîleya aramiya Rojhilata Navîn û gelê me yê Êzidî yê ku ji welatê xwe hatiye koçberkirin ku ew vegere ser axa bav û kalên xwe yên qedîm.”