NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê cejna serê salê ya Êzidiyan pîroz kir. Tevgera Azadî xwest ji bo civaka Êzidî rûberûyê ferman û êrîşan neyê, ezmûna li Rojavayê Kurdistanê ya xwerêveberiya demokratîk weke nimûne bigirin.
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi peyameke nivîsî cejna serê salê ya Êzidiyan a Çarşema Sor pîroz kir. Tevgera Azadî diyar kir ku yek ji baweriya qedîm ya Kurdistanê Êzdayetiye û wiha got: “Di vê baweriya qedîm de tiştek kêm nayê dîtin. Li gorî baweriyê mirov jî beşeke gerdûniyê û xwe nake navend. Eger em çavek li dîroka Kurd û Êzdayetiyê bigerînin dibînin ku bi hezaran car rûberûyê ferman û êrîşan hatine. Bê ti sedemek ji ber baweriya Êzdayetiyê rijandina xwîna wan hatiye helalkirin. Nimûneya vê yekê fermana 73’an ya çeteyên DAIŞ’ê ya li bi ser gelê Êzidî de aniye.”
Tevgera Azadî, da zanîn ku li aliyekî pîrozbahiya cejnê li aliyê din jî mizgîniya bi dawîbûna hovîtiya DAIŞ’ê hatiye dayîn û got, “Weke wefedariyek ji xwîna şehîdên rêya azadiya Kurdistanê hemû partî, kesayet, jin û ciwanên Kurd ji bo ferman dûbare nebin divê yekîtiya xwe pêkbînin. Ji bo vê jî rêya herî baş em têkoşîna demokrasiyê bidin. Her wiha divê em ezmûna Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya konfederalîzma demokratîk û xwerêveberiya demokratîk weke alternatîfek pêşbixin.”