WAN -Hevşaredara Tûşbayê Ayşe Mînaz ku di civîna meclîsa şaredariyê de bertek nîşanî Salîh Akmanê AKP'î de, bilêv kir ku tiştên wê ji mamosteyên xwe re gotine, hemû hêrsa gel bûne û got: "Eger çenikek şerm jî pê re hebûna, wê îstifa bikira û biçûna."
Hevşaredarên Tuşba yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Yilmaz Berkî û Ayşe Mînaz di hilbijartina 31'ê Adarê de hatin hilbijartin. Lê YSK'ê li şûna wan mazbata da namzetê AKK'î Salih Akman. Piştî meclîsa Şaredariya Tuşba yekem civîna xwe kir, niqaş û bertekên Hevşaredara Tuşba Minaz bû rojev. Bertekên Hevşaredar Ayşe Mînaz bertek nîşanî namzetê AKP'ê yê bi xezpê hat ser kar da û texneyên tund lê kir. Mînnaz di civîna duh a meclîsê de li ruyê Namzetê AKP'î Akman ku di heman demê de mamosteyê Mînaz e nerî û wiha got: "Dema tu mamosteyê min bû te nezîhat li me dikirin. Te em fêrî ku em pênûs û jêbirên hevalên xwe nedizin kir. Lê niha tu bûye dizê mezin agahiya me tune ye. Mînaz niqaşên duh di civîna meclîsê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.
'BERTEKA MIN LI HEMBERÎ SEKNA WÎ YA SIYASETÊ YE'
Mînaz, anî ziman ku di 31'ê Adarê de li Tuşba vînek xurt derket holê û wiha got: "Me Tuşba bi 10 hezar ferq ji AKP'ê stend. Hilbijartinek ne li gorî edalet û hiqûqê pêk hat. lê dîsa em bi ser ketin. Lê tevî em bi ferqek mezin bi ser ketin mazbata neda me û bi xezê dan namzetê AKP'ê. Dema min xebatê hilbijartinê dimeşand min Salih Akman di sersaxiyekê de dît. Li gel ku mamosteyê min bû jî ji dilê min nehat silav bidim wî. Ji ber ku namzetê AKP'ê bû û pêkanînên AKP'ê yên di salê dawî de bi serê Gelê Kurd de anîne hat pêş çavê min. Piştre ew hat cem min û neçar mam silav bidim wî. Berteka min li hemberî siyaseta wî hebû. Di roja jimartina dengan de em bi hevle li Lijneya Hilbijartinê bûn. Dema deng dihatin jimartin û dengê me zêde dibû serê xwe berdabû ber xwe. Lê di encamê de bi rêya xezpê hat li cihê me rûnişt.
'WEKÎ KU GEL EV HEQ DABE TEV GERIYA EZ HÊRS BÛM'
Mînaz, anî ziman ku li Tuşba li şûna mazbata bidin yên bi ser ketine, mazbata dan yên heq nekirine û wiha got: "Di hilbijartinê de an tuyê bi ser bikeve an jî tuyê winda bike. Du rê hene. Lê di vê hilbijartinê de yê bi ser neketiye wekî ku heq kiribe û bi ser ketibe tev digere û mazbata distîne. Ev bi zora mirovan diçe. Akman ê AKP'î wekî ku gel ev heq dabe diçe bi hêsanî li wê qoltixê rûdinê. Vê tevgera wî ez pir hêrs kirim. Dema Akman nêzî siraya me bû hevalên me bi destê wî jî negirtin. Îro dîsa dîmenên wî yên mamostetiyê hatin bîra min. Li vir qesta wî ya li hemberî vîna gel heye. Ger ku îro em diçin meclisê, gel em hilbjartinê û em diçin meclîsê. Dibe ku Akman ê AKP'î mamoste û hîndekar be. Lê vîna vî gelî xezp kiriye. Ez wî wekî mamoste nabînim. Dema em biçûk bûn, li dibistanê her dem digot 'Zerarê nedin hevalên xwe. Jêbir û pênûsa hevalên xwe nedizin' Dibe ku ev tiştekî hêsan be. Lê divê mirov wê yekê têxe jiyana xwe û bike sincek û têxe meriyetê. Min îro nedixwest vê yekê li rûyê wî bêjim. Lê di encamê de ez xwendekara wî bûm û wî ev yek fêrî min kiribû. Dibe ku ew ji min mezintir be. Lê gel ev vîn teslîmî min kiriye û divê ez vê vînê biparêzim. Divê ez hesabê gelê xwe ji vê yekê bipirsim. Ez duh li wir ne wekî xwendekarek wî, wekî vîna ku gel hilbijartiye li wir bûm. Min wekî hilbijêra gel ev yek li rûyê wî got. Rol û statuya me çi biba biba biba ew wê her dem wekî mamosteyê me buya, lê îro ew ne mamosteyê me ye. Ez êdî tu carî wî wekî mamoste û şaredar nabînim. Ew êdî Salih efendî ye. Wî hemû qîmeta ku me da wî binpê kir. Wî mazbata ku me heq kiribû ji destê me girt û xezp kir. Li ser vê yekê jî çarçef çarçef wêne kişandin û qurban jê kirin û şêranî belav kir. Ew tu carî êdî nabe mamosteyê min."
MIN HÊRSA GEL ANÎ ZIMAN'
Mînaz, da zanîn ku wê duh li meclîsê hêrs û bertekên gel ên li dijî xezpê anî ziman û wiha bi dawî kir: "Gotinên duh min li ruyê Akman ê AKP'î anî ziman hêrs û bertekên gel bûn. Piştî ku me mazbata xwe ji gelê xwe stend tu hêz nikare pişta me dîne erdê. Em ê di nava gelê xwe de dîsa wekî hevşaredar tev bigerin. Ger ku Salih Akman bixwaze di nava gel de xwedî hurmet û rêzdar be, wê demê divê bêyî dereng bimîne ji vî karî îstîfa bike. Wan dzî kir. Ji bo em vê dizî û xezpkirina wan teşîr bikin emê her tiştî bikin. Kî dibe bila bibe ger ku vîna gel nas neke û hurmetê nişanî gel nede em tu carî wî nas nakin ûses nagirin. Ew ne bijêr e. Ew hatiye avêtin (tayînkirin) Em bijêr in ew hatiye avêtin.
MA / Adnan Bilen