STENBOL – Polîsan li Navçeya Maltepeya Stenbolê bi ser mala endamên HDP’ê de girt û Vedat Çelîk û Faysal Komurcu binçav kirin.
Duh nîvê şevê li Navçeya Maltepeyê ya Stenbolê polîsan bi ser malên endamên HDP’ê de girtin. Polîsan malan serûbin kir. Piştî lêgerînê polîsan endamên HDP’ê Vedat Çelîk û Faysal Komurcu binçav kirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; polîsan di dema lêgerîna mala Komurcu de ji zarokên wî re gotine “em hatin pîrozbahiya rojbûnê.”
Çelîk û Komurcu birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn.