NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê muxalif û Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas, diyar kir ku niyeta Tirkiyê ji bo tunekirina El-Nusra tune û bûyerên li herêmê pêk tên wekî felaket pênase kir.
Siyasetmedarê muxalif û Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas polîtîkayên Tirkiye yên li dijî herêma Idlib, Cerablus û Efrînê nirxandin. Siyasetmedarê muxalif û Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas têkildardî geşedanên li herêmê pirsên nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Xalid El Cuma û Azad Sefo bersivandin. Qesas, anî ziman ku bûyerên li herêmên ji hêla Tirkiyê ve dagirkirî, keraset in û rûyê Tirkiyê yê ne xweşik eşkere dike. Qesas, anî ziman ku siyaseta Tirkiyê ji her çavdêrekê ve xuya ye û wiha got: "Tirkiyê bi syaseta xwe hewl dide pêşeroja Sûriyê bike bin hegemoniya xwe, derfeta jiyana hevpar a pêkhateyan têk bibe û tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Sûriyê pûç bike. Ev durûtiya Tirkiyê bingeha siyaseta Tirkiyê ye. Tirkiyê amade ye ku lêçûna wêrankirin, şer û dagirkeriyê bide, lê ne amade ye ku lêçûna ewlehiya gelê Sûriyê bide. Di rastiyê de ev durûtî siyaseta Tirkiyê tazî dike, niyetên wê eşker dike û maska ku hewl dide xwe li paş li hember beşek ji gelê Sûriyê veşêre dişkîne. Tirkiyê pêşeroja gelê Sûriyê pûç dike û rewşa ku dibe bibe bingehek guncew ji jiyana hevpar re binpê dike."
TIRKIYE EL NUSRA WEKÎ DIJMIN NABÎNE
Qesas, da zanîn ku tu niyetên Tirkiyê ji bo tunekirina Cebhet El-Nusra tune û wiha lê zêde kir: "Tirkiyê El-Nusra wek dijmin an jî xeterî li ser xwe nabîne. Ev rastiyek e, rola Tirkiyê di piştgiriya El-Nusra û tevahiya komên tundrew de li ser kesekî nayê veşartin. Ez texmîn nakim ku komên ajanên Tirkiyê tu rafteriyekê nîşan bidin. Ew komnan tundrew in û bi piştgiriya madî dixebitin. Eger alîkar û siyaseta wê/î hate guhertin ew jî xwe diguherin. Koma El-Sultan Murad ji komên din ne baştir e, lê belê kirîktir e. Mirov dikare bêje ku mîna kanserê ye û li hember her vînekê Sûrî ji bo xilasiyê û bicihanîna jiyana aştiyane û hevpar dibin asteng."
DIVÊ EM PIŞTA XWE BIDIN HÊZÊN BERXWEDAR
Qesas herî dawî bal kişand ser nakokiyên di navbera komên çekdar ên li herêmê û wiha bi dawî kir: "Gelek sînaryo li pêş nakokiyên ku li herêm û di navbera her du koman de rû didin hene. Lê pevketina dawî bi daxwaza Tirkiyê ve girêdayî ye. Tirkiyê bandor li El-Sutan Murad dike ev rastiyek e, bi texmîna min li ser El-Cebha El-Şamiyê jî bandor dike. Yanî rola Tirkiyê di her pevketinekê de di navbera her du koman de heye. Bi giştî divê em pişta xwe nedin mîna van nakokiyan û pevketinan di navbera koman de, lê divê em pişta xwe bidin hêzên berxwedêr ji bo ku dagirkeriya Tirk têk bibin û ajanên wê tune bikin. Ev her roja pêk tê û ez di wê baweriyê de me ku dê dagirkeriya Tirk ji Efrînê re tune bikin."