DÎLOK – Sekîna Yalçin ku kurê wê 48 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, got: "Qet ji bîra min navçe. Xew bi çavê min nakeve. Tim di bîra min de ye. Li wir ew çi qas birçî be, ez jî li vira ewqas birçîme."
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê yek ji girtiyên lid ijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, Lokman Yalçin ê 27 salî ye. Yalçin, 48 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Yalçin, 5 meh in girtiye û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û nîv ceza lê hatiye birîn.
Dayika wî Sekîna Yalçin, bilêv kir ku kurê wê 5 kîlo zihîf bûye û her diçe siheta wî xirabtir dibe. Dayik Yalçin, anî ziman ku kurê wê qet ji bîra wê naçe û got: "Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe û kes nemire. Bila êdî ev êş bi dawî bibe. Êdî bes e."
Yalçin, diyar kir ku ew çûye girtîgehê û kurê xwe dîtiye û got: "Tenduristiay wî nebaş e. Lê moralê wî pir baş e. Moralê girtiyan baş e. Dibê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rojek berî rojekê bi dawî bibe. Ciwanên me yeko yeko ber bi mirinê ve diçin. Divê gel bêdeng nemîne. Divê gel jî dengê xwe li dengê berxwedana girtiyan zêde bike. Eger gel rabe ser piya, wê hikûmet mecbûr bimîne tev bigere. Min jê pirsî' ma wê heta kengî dewam bike?' Got, 'Heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike.'"
Dayik Yalçin diyar kir ku kurê wê timd i bîra wê de ye û got: "Qet ji bîra min navçe. Xew bi çavê min nakeve. Tim di bîra min de ye. Li wir ew çi qas birçî be, ez jî li vira ewqas birçîme."