WAN - Bi hatina biharê re, êdî li ser dezgehan gulik û kerengên li quntarên çiyayan şîn tên jî zêde dibin.
Li herêmê, bi hatina biharê re gulik û kereng şîn hatin. Li Wanê her diçe li ser dezgehan kulik û kereng zêdetir dibin. Kereng û gulikên li quntarên çiyayan şîn tên û tên berhevkirin, li navenda bajêr li ser erebok û dezgehên esnafan cih girtin. Kîloya kerengên ku di keledoşê û di penêrê bisîrik de tê bikaranîn bi 10 lîreyan û kîloya gulikê jî bi 5 lîreyan e.
Mehmet Has, anî ziman ku ew gulik û kerangan ji quntarn çiyayên Wanê û navçeya Şemzînan a Colemêrgê tînin û got: "Di biharê de gel diçin li quntarên çiyayan gulik û kerengan berhev dikin û difiroşin. Li Wanê bi piranî di keledoşê de tên bikaranîn. Têg otin, ji bo gelek enxweşiyan jî baş e. 10 sal in ez kereng û gulikan difiroşim."