WAN - Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê û bang li hikûmetê kir ku li gor hiqûqa xwe û peymanên navnetewî tev bigere.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 161'ê de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya zêdetirî 7 hezar girtiyî jî didome. Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê û bang li hikûmetê kir ku li gor hiqûqa xwe û peymanên navnetewî tev bigere.
‘HIKÛMET PEYMANÊN NAVNETEWÎ BIN PÊ DIKE'
Kamaç, diyar kir ku ew tim diyar dikin ku tecrîd sûc e û got: "Kî bê tecrîdkirin bila bê tecrîdkirin, tecrîd sûc e. Li Tirkiyeyê mafên mehkûman ên hiqûqî hene. Her wiha peymanên navnetewî jî hene ku divê li gor wan tev bigere. Lê belê 3-4 sal in hiqûqa xwe û peymanên navnetewî bin pê dike.
‘ÊDÎ DI ASTEKE KRÎTÎK DE NE'
Kamaç, ji bo bidawîbûna tecrîdê tenê alternatîfek hatiye hiştin ew jî çalakiyên greva birçîbûnê ne. Kamaç, bang li dewletê û wezaretan kir û got: "Berî tiştên hîn trajîk biqewimin li gor hiqûqa xwe û peymanên navnetewî tev bigerin. Grevên birçîbûnê êdî di asteke pir krîtîk de ne. Em dixwazin dewlet, Wezareta Dadê, Serokomar berî encamên trajîk rû bidin li gor hiqûqa xwe û peymanên navnetewî tev bigerin."
Kamaç, bang li saziyên civaka sivîl, aktorên siyasî kir ku li gor rê û rêbazên demokratîk tev bigerin û got: "Ji bo ev bêhqiqûtî bi dawî bibe û ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin çi dikeve ser milê kê divê bike. Bar dikeve ser milê me hemûyan. Divê em berpirsiyarî û peywira xwe bi cih bînin."
MA / Mujdat Can