EDENE – Vedat Gultekîn ku li Girtîgeha Duzceyê ji 23'yê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye got: "Bedêl çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."
Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, Vedat Guletkîn ê 25 salî ku ji 23'yê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û got: "Bedêl çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."
‘EM NIKARIN AVÊ JI KANTÎN BIKIRIN'
Gultekîn, got: "Ji 23'yê Adarê ve di greva birçîbûnê de me. Rewşa hevalên min di asteke krîtîk de ye. Em nikarin avê ji kantînê bikirin. Îro, danê sibehê avêtin ser qawîşa me û eşyayên me belawela kirin. Dermanên me avêtin erdê, pêl wan kirin. Gardiyanan heqaret li me kir û gotin 'Hûn ê bi ser nekevin. Dê daxwazên we neyên qebûlkirin.' Nahêlin em parêzerên xwe bibînin. Lê em ê dev ji doza xwe û berxwedana xwe bernedin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Bedêl çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."
‘DAXWAZA WÎ DAXWAZA ME YE'
Dayik Gazal Gultekîn jî, anî ziman ku daxwaza wan rewa û mirovî ye. Gultekîn, bilêv kir ku li girtîgehê girtî bi zext û zoriyên dijwar re rû bi rû dimînin û di Îlona 2018'an de ji ber girtiyan jimariya li ser piyan qebûl nekiriye 4 rojan li ser hev hatine îşkencekirin û got: "Em dixwazin dawî li van pêkanînan bê."
Dayik Gultekîn, bang li rayedarên dewletê kir ku daxwaza girtiyan pêk bînin û got: "Daxwaza kurê min daxwaza min e jî. Berî mirin çêbibe divê daxwaza wan bê qebûlkirin."