* Hejmara 3'yan a kovara kurdî bo zanistên mirovî û civakî Derwaze ku li bin banê Weqfa Tahir Elçi ya Mafê Mirovan tê weşandin, derket.
* Prof. Dr. Îlhan Ûzgel, diyar kir ku piştî "Bihara Ereban" Tirkiye hewl daye li Rojhilata Navîn bi fikrên Osmanî yên nû bi ser bikeve û got: "Ev stratejiya wan rûxiya. Piştî dîtin têk çûne vê carê hewl didin windahiyên xwe telafî bikin. Armanca vê stratejiyê ew bû ku li bakurê Sûriyeyê destkeftiyên kurdan asteng bikin."
* Vedat Gultekîn ku li Girtîgeha Duzceyê ji 23'yê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, got: "Bedêl çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."
* Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê û bang li hikûmetê kir ku li gor hiqûqa xwe û peymanên navnetewî tev bigere.
* Bi hatina biharê re, êdî li ser dezgehan gulik û kerengên li quntarên çiyayan şîn tên jî zêde dibin.
* Çalakgerê di greva birçîbûnê de Fatîh Kaplan, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale tundî û zextên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de zêdetir bûne û got: “Çaydanekê ku me ya em avê tê de gerim bikin jî tuneye.”
* Bijîşk Zekî Gul ku di gelek serdeman de di nav heyetên serbixwe de cih girtiye û çûye girtîgehan, diyar kir ku tecrîd binpêkirina mafan û rêbazeke îşkenceyê ye û got: "Divê em ji bo cîhaneke bêtecrîd tev bigerin."
* Sekîna Yalçin ku kurê wê 48 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, got: "Qet ji bîra min navçe. Xew bi çavê min nakeve. Tim di bîra min de ye. Li wir ew çi qas birçî be, ez jî li vira ewqas birçîme."
* Wênesaz Hasan Arslanê helebî ku ji ber şerê li Sûriyeyê ji Helebê reviya û hat Dîlokê, niha li ser tuwalên xwe aştî û bedewiyê xêz dike.
*Serokê Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Parêzer Zafer Încîn, diyar kir ku êdî ji devê girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ku ji 2'yê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye xwîn tê û nikare vîtamînan bixwe.
* Tûran Gunana ku li girtîgehê ji 17'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye, got: "Piştî vê saetê ji xeynî serketinê tu rêyeke din tune ye û em ê bi ser bikevin."
* Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê wê starta 1'ê Gulanê roja Karkeran, bi şîara "Li dijî krîzê rizgariya kedê û biratiya gelan" û "Bila dawî li tecrîdê bê bila Leyla bijî" li Hewraza Kazanci ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê wê têkildarî grava birçîbûnê ya li Herêma Marmara li şaxa ÎHD'ê ya Taksimê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Amedê wê têkildarî biryara YSK'ê û nedayina mazbata ya Hevşaredarên KHK'î li Parka Koşuyolu daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Malbatên girtiyan wê di pêşengiya EGE- TUHADER'ê de bi armanca piştgiriyê bidin girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê li pêş Girtîgeha tîpa T a Menemenê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* 12'emîn danişîna doza Hevşaredarên Qoserê yên berê Îsmail Asî û Leyla Salman wê li 3'emîn dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (14.00)