STENBOL- Polîsan mudaxileyî çalakiya nobetê ya li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebze hatibû destpêkirin kir, gelek xizmên girtiyan derp kirin û 20 kes binçav kirin. Hin polîsan di dema gengeşiyê de, amîrên xwe jî derp kirin.
Malbatên girtiyên bi armanca piştgirî dayîna çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 9'ê Nîsanê de li ber Girtîha Tîpa M a Gemze dest bi “Çalakiya Nobetê” kirin di roja 7’an de dewam kir û polîsan mudaxileyê çalakiya xizmên girtiyan kirin. Polîsan di mudaxileyê de gelek kes derp kirin û 20 kes binçav kirin. Girseyê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bertek nîşanî polîsan dan û ji bo biçin ber girtîgehê dest bi meşê kirin. Polîsên ku xwestin berzkirina dirûşmeyan asteng bikin, gelek kes derp kirin.
WELATIYÊN DERDORÊ BERTEK NÎŞAN DAN
Welatiyên derdorê bertek nîşanî mudaxileya polîsan da û gotin: “Gelo mafê kombûyîna mirovan, daxuyanî dayînê û meş lidarxistin tuneye? Ev mafeke.”
POLÎS LI AMÎRÊ XWE XIST
Polîsan di dema mudaxileyê de, bi şaşî amîrên xwe derp kirin. Kesên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a navçeya Gebze.