STENBOL - Malbatên li Girtîgeha Tîpa M Gebzeyê hevdîtin bi xizmên xwe re pêk anîn, daxuyanî dan û got: “Derbarê jiyana zarokên me de fikarên me hene.”
Çalakiya bi hezaran girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Malbat jî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya zarokên xwe li ber girtîgehan nobedê digirin. Malbatên ku di 9'ê Nîsanê de li ber Girtîha Tîpa M a Gemze dest bi “Çalakiya Nobetê” kirin di roja 7’an de dewam dike. Malbatên ji bajarên cuda hat, îro hevdîtin bi xizmên xwe yên girtî re kirin.
‘EM NAXWAZIN MIRIN PÊK BÊN’
Dayika Ozlem Soyler a 120 rojin li Girtîgeha Gebze di greva birçîbûnê deye Hatîce Soyler, diyar kir ku ew ji Îzmîrê hatiye û wiha axivî: “Îro ez çûm hevdîtinê. Keça min got rewşa me başe. Lê derbarê jiyana zarokên me de, fikarên me hene. Dema em diçin hevdîtinê em rewşa wan dibînin. Li hemberî me weke kakûtan disekinin. Grevên birçûbûnê gehiştiye asta herî dawî. Hemû kesên vê çalakiyê berdewam dikin, zarokên me ne. Em naxwazin mirin pêk bên. Gelek hevalan dawî li jiyana xwe anîn. Em jî derbarê jiyana zarokên xwe de bi fikarin. Bi van pêkanînan zilmê li me dikin. Ez bang dikim ku gel bi hestiyar tevbigere. Bila dakevin kolanan. Çi ji destê me bê, em wê bikin.”
‘EZ BANG LI HEMÛ DAYÎKAN DIKIM’
Dayika Ebrû Dogû ya 47 rojin di greva birçîbûnê deye Sevgûl Dogu jî, da zanîn ku ew ji Enqerê hatiye û wiha got: “Min îro keça xwe dît. Ez bang li hemû dayikan dikim. Bila dengê me seh bikin. Bila gel neraze. Çi pêwîst be em wê bikin. Êdî bese, bila êşa dayikan kêm bibe. Hinavê me di şewite. Zarokên me li ber çavên me dihelin. Em mirovên vî welatîne. Em jî mirovin. Bila dayik dengê me bibihîsin û piştgiriyê bidin me.”
DU KEÇÊN WÊ DI GIRTÎGEHÊ DENE
Dayika Asli Çalihan a girtî Zeynep Çalihan jî, got ew ji Stenbolê hatiye û wiha bilêv kir: “Li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê jî keça min Hatîce Çalihan ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê deye. Hemû zarokên minin. Ez îro hatim Girtîgeha Gebze û çûm hevdîtina keça xwe Asli. Moralê wan pir bilind bû. Em dixwazin ku zarokên me nemirin. Em bang li hemû kesan dikin. Destê xwe danin ser wijdana xwe. Derkevin derve û deng bidin. Keça min di hevdîtinê de j imin re got ‘Bila medya dengê me bibihîze. Em li Gebzê li ber xwer didin.’ Ez bang li dayikan dikim. Xwedî zarokên xwe derkevin. Bila çarek din ji girtîgehan cenaze dernekevin. Heya ku hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re pêk neyê, ev berxwedan bi dawî nabe. Em bang li CPT’ê jî dikin. Bila biçin hevdîtina Ocalan. Ger hevdîtin bi Ocalan re pêk were, ev çalakî dê bi dawî bibe.”
Malbatan dûre li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê ya nobetê kirin.