Di yekemîn civîna meclîsa Tûşba de bertek li dijî Akman ê AKP’î hebû’

  • rojane
  • 13:50 16 Nîsan 2019
  • |
img

WAN - Piştî mezbata Hevşaredarên HDP’ê Yilmaz Berkîn û Ayşe Mînaz bi hinceta KHK’î ne dan namzetê AKP’ê Salîh Akman, yekemîn civîna meclîsa Tûşba hat lidarxistin. Hevşaredar Ayşe Mînaz di civînê de li nava çavên Akman ê AKP’î mêze kir û got: “Dema tu mamosteyê min bû, ji bo ku em pênûs û jêbirên hevalên xwe nedizin te me hişyar dikirin. Lê vaye tu bi xwe bûyî dizek mezin haya te jê nîne.” 

Hevşaredarên partiya Demokratîkk a Gelan (HDP) Ayşe Mînaz û Yilmaz Berkî ji sedî 52 dengan Şaredariya navçeya Tûşba ya Wanê qezenc kirin, lê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi hinceta Berkî yê HDP’î bi KHK’ê ji kar hatiye avêtin mezbata wî da Salih Akman ê AKP’î. Îro yekemîn civîna meclîsa Şaredariya Tûşba hat lidarxistin û di civînê de rageşî derket.  Ayşe Mînaz a HDP’î ya ji bo hevşaredariyê hat hilbijartin û YSK’ê dest danî ser mezbata wê û endamên meclîsê yên HDP’î beşdarî civînê bûn. Civîn li salona meclîsê ya şaredariyê hat lidarxistin.”
 
'YÊ KU MEZBATEYA MIN XESP KIR MAMOSTEYÊ MINE’
 
Piştî endamên meclîsa şaredariyê li cihên xwe rûniştin, Akman ê AKP’î ket hûndirê salonê û xwest merheba bide HDP’iyan, lê HDP’iyan destên xwe dirêjê Akman nekirin. Akman ê heya demê şaşwaz bû, dûre derbasî cihê xwe bû. Li ser vê yekê endamên meclîsê yên HDP’î berî derbasî rojevên civînê bibin, Hevşaredar Ayşa Mînaz ji bo daxuyaniyekê bide mikrofon xwest. Akman ê AKP’î destûr neda. Lê Mînaz rabû ser xwe û ji Akman ê mamosteyê wê yê dibistina seretayî bû re got, “Em we nas nakin. Her çiqasî hûn nehatibin hilbijartin û hûn tayînê vê derê hatibin kirin jî, di encamê de hûn mamosteyê min bûn. Ez naxwazim li hemberî we bê rêziyê bikim, lê divê ku li hemberî vê pêkanînê jî hin tiştan bêjim.” 
 
'GELO EV HIQÛQE YAN JÎ XESPTIYTE?
 
Hevşaredar Mînaz, hemû endamên meclîsa şaredariyê yên hatin hilbijartin silav kirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ger AKP’ê rêz ji bo vîna di 31’ê Adarê de ji sindoqan derket bidaya, îro hûnê ne li ser vî meqamî bûna. Ji bo vê şaredariyê ez û Yilmaz Berkî hatin hilbijartin. Em îro bi xespek mezin re rû bi rû ne. Hikûmeta AKP’ê hemû derfetên dewletê ji bo xwe bi kar anîn. Lê me hewl da em bi hêzan gel bên hilbijartin. Gelo ji bo we hiqûq, edalet û demokrasî eve? Tişta ku hûn jê re dibêjin hiqûq xespe?”
 
LI NAVA ÇAVÊN MAMOSTEYÊ XWE MÊZE Û…
 
Mînaz, di hûndirê çavên Akman ê AKP’î mêze kir û wiha got: “Mamoste Salih hûn mamosteyê min bûn. Ji bo ku em pênûs û jêbirên hevalên xwe nedizin we tim em hişyar dikirin. Lê tişta xuya dike ku hûn dinava pergalê de bûne dizek mezin, lê agahiya we ji we tuneye. Di rastiyê de dizitiya herî mezin hûn dikin. Dibe ku we vîna vî gelî xesp kiri be û li ser wî qoltixê rûniştibin. Heta hûn qurbanan jê dikin û wisan tên şaredariyê. Gelo hûn endamê kîjan olîne? Hûn ne serokê şaredariya vî geline. Hûn berhemê xespê ne. Ezê heya dawiyê rêzê bidim vê meclîsê, lê tu carî ezê rêzê nedim we. Emê tu carî ji were nebêjin serok û emê we nas nekin.  Hûn kesekê ku ji aliyê YSK’ê ve hatine tayînkirin. Hûn ne hilbijêrê vê derê ne.” 
 
Akman ê AKP’ê li hemberî axatinên Mînaz aciz bû û wiha got: “Ligel min heq, hiqûq û edalet heye.  Tu xwendekara minî. Evqas bêrêzî neke. Çi dibe bila bibe em zarokên vê herêmêne.”
 
Mînaz li ser vê yekê ev bersiva da Akman, “Îro  li hemberî te xwendekara te ya dibistana seretayî nîne. Hevşaredarekê ku bi dengê gel hatiye hilbijartin heye.” 
 
Endamên HDP’ê yên meclîsa Şaredariyê li ser nîqaş derket, xwestin ji salonê derkevin. Akman ê AKP’ê dema HDP’î ji salonê derdikevin got “Ezê we bişînim gel hilbijêran.’ Mînaz jî, bersiva “Gelo ew rûyê we heye ku hûn dinava hilbijêrên min de bigerin? Ka hûn herin emê wê demê bibînin” da Akman.
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

19/04/2019
09:16 Jinên karker: Em nikarin debara xwe bikin
09:15 Qeyûm camên gule derbas nakin xistine şibakeyên odeya xwe
09:15 Gelê Wanê: Kesên bi ser neketin ne 'şaredarên' me ne
09:14 ‘Bi hezaran girtî 50 roj in birçî ne'
09:14 Ji ber televîzyonê ranabe
09:13 Girtîgeha Kirikkaleyê vîtamînan nadin girtiyan
09:13 Sûat Okûrê di greva birçîbûnê de xwîn vedireşe
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2019'AN
18/04/2019
19:19 Tirkiye di qada abori de di nava 62 welatan de di rêza 58'an de ye
19:01 Malbatan li pêş Girtîgeha Bûrsa daxuyanî dan: Mirina zarokên me temaşe nekin
18:43 Dayikên Aştiyê Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê ziyaret kirin
17:28 Malbatên li ber Girtîgeha Gebzeyê: Em naxwazin tabût derkevin
15:35 Surme yê li Girtîgeha Tekîrdagê: Rewşa tenduriystiya me giran dibe
15:34 150 rêxistinan deklarasyona hevpar ji bo grevên birçîbûnê weşand: Parastina mafê jiyanê wezîfeya dewletê ye
14:52 Malbatên doza 10'ê Cotmehê bertek nîşanî 'ne guhdarkirinia şahidan' da
14:39 Parêzerên Ocalan cara 808’emîn serî li dozgeriyê da
14:39 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 3 parvekirinên sembolîk
14:31 ‘Ne şaredartiya dil, şaredartiya serşokê kirine’
14:02 Rêveberê ESP’ê yê hat revandin û îşkence kirin: Emê xwedî grevên birçîbûnê derkevin
14:00 Li Wanê koma 3’yemîn çalakiyê dewr girt
13:56 Arslan: CHP êdî divê li dijî bê hiqûqiya li ser Kurdan bê qeyd nemîne
13:54 Li Edeneyê 11 kes hatin berdan
13:42 Girtiyên li Dîlokê: Zextên li ser me zêde bûn e
12:11 Kozikên tîmên taybet ên li serbanê şaredariyê hatin rakirin
12:01 Dîmenên Midûriyeta Polîsan jî Walîtiya Amedê derewand
12:01 Li ser sînor cenazeyek din hat dîtin
11:50 Kesek li Riha hat binçavkirin
11:49 Li gorî RSF’ê Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rêza 157’emîn de ye
11:42 Balyozê yekemîn Hevşaredara Qoserê li dîwarê qeyûm xist
11:32 Ahmet Turk: Kesên ne xebatkarên şaredariyêne mûçe distînin
11:03 Doza bersûcên firarî ya Komkujiya 10’ê Cotmehê tê dîtin
10:47 Îstîxbarata Polîsan: Dibe DAIŞ'î çalakiyên nû pêk bîne
10:36 Basimbarê êzidiyan bi ‘remza siyasî’ tê astengkirin
10:25 Hevşaredarên Pasûrê mezbatên xwe girtin
10:19 Hevseroka DBP’ê ya Navçeyê hat girtin
10:06 Yildiz ê li malê çalakiya xwe didomîne: Dema berxwedana bi inad e
09:54 Hevşaredarên Amedê: Em ê odeya luks a qeyûm bikar neynin
09:27 Çalakiya Leyla Guven di roja 162'emîn de didome
09:24 Bavê girtiyê 104 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê muxataban bêzar bikin
09:23 Polîsan ciwanê HDP'î birin înşeatekê û gef lê xwarin
09:22 Sendîka û partiyên siyasî: Di tu hiqûqê de cihê tecrîdê tune ye
09:22 Demsala şivanan dest pê kir
09:21 'Bibin dengekî wisa ku guhê min ê ker biteqe'
09:20 'Em êdî kêliyan dijmêrin'
09:19 Rojnamevan Levent: Li Rojhilata Navîn parastina destkeftiyan girêdayî bazarê ye
09:19 Dayika 2 girtiyan: Bila êdî bes kes bimire
09:17 Girtî avêtine hucreyê û pêdiviyên wî nadin wî
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2019'AN
17/04/2019
19:33 Îmamoglu: Ez şaredarê her kesî me, ya esas xizmeta vî miletî û bajarî ye
18:59 Turan ê HDP'î: Dawî li cendereya tecrîdê bînin
17:41 Xizmên girtiyan: Xwarin di qirika me de naçe xwar
17:11 Îmamoglu mazbata xwe girt
16:14 Parlamenterê HDP'ê Farîsogullari: Kontrgerilla ketin dewrê
16:11 Rêxistinên ked û pîşeyî daxuyaniyek hevpar dan: Rêzê nîşanî vîna gel bidin
16:10 Îmamoglu diçe mazbata xwe werdigire
16:01 Li Gebzeyê polîsan carek din malbatên girtiyan asteng kirin
15:54 Hevşaredarên Qoserê yên berê hatin berdan
15:38 KCD’ê cejna Çarşema Sor pîroz kir
15:23 Hevşaredarên Rêya Armûşê mezbatên xwe girtin
15:06 ÎHD: Delîlên şênber hene ku Hantaş înfaz kirine
15:04 Malbata Hantaş serlêdana sûc kir
15:01 ‘Em ê di 1’ê Gulanê bi 7 hezar dayikên bi laçik spî re kom bibin’
14:34 ÎHD: Girtiyên di greva birçîbûnê de tên derbkirin
13:59 Li Şaredariya Tûşba xwestin endamê meclîsê di X-ray derbas bibin
13:52 Tê gotin dê Bendava Ilisu di hezîranê de avê bigire
13:29 Li Êlihê Çarpema Sor hat pîrozkirin
12:40 HDP’ê ‘Çarşema Sor’ pîroz kir
12:28 Polîsan mudaxeleyî daxuyaniya HDP’ê kir: Parlamenter Tosun birîndar bû
11:15 Tevgera Azadî Çarşema Sor pîroz kir
10:32 Hevşaredara Tuşba Mînaz: Gotinên min hêrsa vî gelî bû
10:13 Hêsinên şaredarî veguherandinbûn girtîgehê hatin rakirin
10:11 Çalakiya Leyla Guven di roja 161'emîn de didome
10:02 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
09:55 Vexwarina girtiyên di greva birçîbûnê de rijandin tiwaletê
09:54 Polîsan li Maltepeyê endamên HDP’ê binçav kirin
09:48 Qesas: Nîyeta Tirkiye ya tunekirina El-Nusra tune ye
09:32 Malbatên girtiyan bi kelepçeyan hatin muayenekirin
09:31 Zextan li girtiyên di greva birçîbûnê de ne dikin
09:15 Gunana: Ji xeynî serketinê tu rê tune ye
09:14 Rewşa girtiyê her du destên wî tune ne û di grevê de ye xirab dibe
09:14 Êdî aştiyê xêz dike
09:13 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de: Li wir ew çi qas birçî be, ez jî li vira ew qas birçîme
09:13 Bijîşk Gul: Divê em ji bo jiyaneke bêtecrîd tev bigerin
09:12 Wexta gulik û kerengan dest pê kir
09:10 Kamaç: Bila hikûmet li gor hiqûqa hundurîn û peymanên navnetewî tev bigere
09:10 Prof. Dr. Ûzgel: Polîtîkaya Tirkiyeyê ya der barê Rojhilata Navîn de rûxiya
09:09 ‘Bedel çi dibe bila bibe, em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
09:08 Hejmara 3'yan a Derwazeyê derket
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2019'AN
16/04/2019
19:40 Gelê Qamişlo li dijî tecrîdkirina Ocalan meşiyan
18:27 HDK: Li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar şert e
17:27 Mizrakli odeyên şatafatî yên qeyûm Atîlla teşhîr kir
17:12 Leyla Guven ziyaret kirin
16:37 Tekane şahidê kuştina Hantaş: Bêyî îkaz bikin gule berdan
16:33 Rewşenbiran Înîsiyatîfa Pan-Amerîka ya ji bo azadiya Ocalan ava kir
15:52 Îfadeyên polîsên Hantaş kuştin derketin holê
15:30 Polîsan mudaxileyî çalakiya li ber Girtîgeha Gebze kirin: 20 binçav kirin
15:11 Malbatên di çalakiya nobetê de: Fikarên me hene
14:44 Hiqûqnasan ji bo greva birçîbûnê daxuyanî dan: Divê teqez çareserî bê dîtin
13:53 Parêzerê ku bavê wî bi KHK'ê hatiye dûrxistin întîhar kir