WAN - Welatiyên Wanî yên bi armanca piştgirî dayîna çalakiyên grevên birçûbûnê, dest bi çalakiyê kirin, anîn ziman ku berxwedanke di dîrokê de nehatiye dîtin heye û gotin: “Divê çalakiya 7 hezar mirovên me hêsan neyê dîtin û li hemberî vê çalakiyê em bêdeng nemîne.”
Çalakiya li Wanê ya bi armanca piştîgirî dayîna çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan destpê kirin û bi biryardarî berdewam dike, hat lidarxistin didome. Çalakiya ku di 11’ê Nîsanê de bi 9 kesan dest pê kir û sê rojan dewam kir, komek ji 10 kesan pêk tê du roj berê çalakî dewr girtin.
‘JI BO KU MIRIN PÊK NEYÊN EZ DI GREVÊ DEME’’
Emrah Koç ê digreva birçîbûnê de, diyar kir ku ji bo bibe dengê çalakgeran wî dest bi greva birçîbûnê kir û wiha axivî: “Hemû cîhan li hemberî tecrîdê bedene. Ez jî li dijî vê ketim greva birçîbûnê. Ji bo ku Leyla Guven û hevalên di grevên birçîbûnê de jiyana xwe ji dest nedin, emê jî bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê kir.”
‘DIVÊ EM BÊDENG NEMÎNIN’
Çalakgerê di greva birçîbûnê de Seyît Kiliç jî, diyar kir ku ew şahidiya çalakiyekê ku li tevahiya cîhanê nehatiye dîtin dikin û wiha got: “Ji bo ku çalakiya greva birçîbûnê deng vede em jî xwest em piştgiriyê bidinê. Divê çalakiya 7 hezar mirovên me hêsan neyê dîtin û li hemberî vê çalakiyê em bêdeng nemîne. Desthilatdariya welat birêve dibe, ji bo berjewendiyên xwe, hewl dide bi ser çalakiya grevên birçîbûnê bigire. Lê wê nekare bi ser bikeve. Sibe ne du sibe ev yek dê derkeve pêşberî wan û dê bi awayekê wijdanî ne rehet bibin. Hikumet divê demildest dest ji vê helwesta xwe ya hişk berde.”
‘EMÊ BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN'
Rêber Varhan ê di greva birçîbûnê de jî, anî ziman ku bila daxwazên hevalên me yên di girtîgehan de bi cih bînin û wiha axivî: “Leyla Guven ji 160 rojan zêdetire di greva birçîbûnê deye. Em dixwazin zextên li ser Birêz Ocalan û gelan rabin. Ji bo vê emê li ber xwe bidin û dest ji berxwedana xwe bernadin.”
Ziyadîn Dîker jî, destnîşan kir ku heya ku tecrîd bi dawî nebe, ew ê berxwedana xwe berdewam bikin.