STENBOL – Dozger derbarê rojnameger-nivîskar Hasan Cemal ê ji ber nivîsa wî ya bi sernavê “Ji Farqînê: Me ewqas elimandin êş û mirinan…” ceza xwest.
Rojnameger-nivîskar Hasan Cemal di 4’ê kanûna 2015’an de bi sernavê ““Ji Farqînê: Me ewqas elimandin êş û mirinan… (Silvan’dan: Bizi acılara ve ölümlere o kadar alıştırdılar ki…)” nivîsek kuncik nivîsandibû. Ji ber vê nivîsê doz li Hasan Cemal hatibû vekirin û danişîna duyemîn a dozê li 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Hasan Cemal di danişînê de amade bû. Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş jî danişînê şopand. Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir.
Serokê dadgehê diyar kir ku ji ber Cemal ji dosyeya xwe ya li Dadgeha 22’yemîn a Cezayê Giran ceza xwariye dê ji ber vê yekê nikaribe dosyeyên wî bike yek û vê yekê mimkin nedît.
Dozger derbarê dosyeyê de mutala xwe da û xwest Cemal ji sûcê “propaganda rêxistinê kiriye” bê cezakirin.
Pişt re parêzerê Cemal, Fîkret Îlkîz axivî û ji bol i dijî mutalayê dikareibe parastinê bike dem xwest.
Dadgehê danişînê taloqî 7’ê gulanê kir.