AMED – Hat zanîn ku nivîskar Îlhamî Çinar ê li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê de ye ji roviyê wî xwîn tê û çavek wî nabîne.
Çalakiyên greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan destpêkirin bi hemû biryardariya xwe didome. Nivîskarê girtî Îlhamî Çinar jî ji 5’ê çile ve li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T a Şakrana Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye. Hat zanîn ku Çinar li ser sandelyeyê dikare derkeve hevdîtinê û ji roviyên wî xwîn tê.
‘ÊDÎ NIKARE RABE PIYA’
Çinar bi telefonê birayê xwe Îslam Çinar re axivî. Çinar anî ziman ku rewşa tenduristiya birayê wî di astek xeterdar de ye û got: “Ji roviyên wî xwîn tê û çavek wî nabîne. Bi sandelyeyê dikare derkeve hevdîtinê. Êdî nikare rabe ser piya. Rakirine nexweşxaneyê û jê re gotine divê emeliyat bibe. Ji ber di greva birçîbûnê de ye nikare emeliyat bibe.”
‘EM GAV DIAVÊJIN ŞEHADETÊ’
Çinar destnîşan kir ku birayê wî bang li gel kiriye û wiha got: “Birayê min got ew ji her tiştî re amade ne. Banga wî ev e; ‘Em gav diavêjin şehadete. Ji gelê me tenê daxwaza me ew e bila deng bidin dengê me.’ Bila Wezareta Dadê ji mirinan re bêdeng nemîne. Pêwîste bi lezgînî gavan biavêjin.”
Çinar ji bo rewşa birayê xwe û binpêkirina mafan ku diqewimin serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Îzmîrê da û daxwaza alîkariya hiqûqî kir.