AMED - Jin û ciwan li semta Şehîtlîkê ya Yenîşehîra Amedê di roja 160'emîn çalakiya Leyla Guven de, li dijî tecrîdê ji bo piştevaniya Leyla Guven meşiyan.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 160'emîn de didome. Jin û ciwan li semta Şehîtlîkê ya Yenîşehîra Amedê di roja 160'emîn çalakiya Leyla Guven de, li dijî tecrîdê ji bo piştevaniya Leyla Guven meşiyan.