DÎLOK – Remziye Erden, dayika Alî Erden ku li Girtîgeha Rihayê 103 roj in di greva birçîbûnê de ye, bal kişand ser bêdengiya hikûmetê û got: "Heta niha 7 cenaze ji girtîgehan derketine. Êdî em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin."
Li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê yek ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, Alî Erden ê 27 salî ye. Erden ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye.
Erden, 8 sal in di girtîgehê de ye û 17 sal ceza lê hatiye birîn.
Dayika wî Remziye Erden, bilêv kir ku di nav 103 rojan de kurê wê 17 kîloyan zihîf bûye.
‘HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE'
Erden, anî ziman ku çen hefte berê kurê xwe dîtiye û ne rewşa kurê wê û ne jî ya girtiyên din nebaş e. Erden, got: "Ji min re got 'heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike.' Piştî grevên birçîbûnê dest pê kirin, rêveberiya girtîgehê jî bi zext û zoriyan bi ser girtiyan de diçe. Kurê min got, tiştên ew dixwazin ji kantînê ji wan re naynin. Her wiha îdareya girtîgehê gelek xwestekên girtiyan jî asteng dike. Hevdîtina bi parêzeran re jî hatiye qedexekirin. Gardiyan diçin qawîşan û dibêjin 'Çima hûn ketine greva birçîbûnê? Em bikin ku hûn dev jê berdin. Em ê bi malbatên we re biaxivin.'"
‘TECRÎD LI DIJÎ QANÛNÊ YE'
Erden, bang li hikûmetê kir ku gavina bavêje û got: "Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, li dijî qanûnê ye. Eger li vî welatî qanûn hebe divê tecrîd bi adwî bibe. Kurê min jî hikumxwarek e. Abdullah Ocalan jî hikumxwar e. Li gor qanûnê ew her du jî wek hev in. Çawa ez niha dikarim biçim girtîgehê û kurê xwe bibînim, divê malbata Abdullah Ocalan û wasiyê jî karibin biçin. Tecrîda li ser Ocalan li dijî qanûnê ye. Em malbat jî dixwazin tecrîd bi dawî bibe."
Erden, got: "Divê hikûmet guh bide daxwaza girtiyan. Ji bo hikûmet tev bigere ma divê her roj cenaze ji girtîgehan derkevin? Heta niha 7 cenaze ji girtîgehan derketine. Êdî em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin."