COLEMÊRG – Dayika Huseyîn û Suat Aşkan û dayika Husnu Aşkan ku di greva birçîbûnê de ne, gotin: "Êdî ji bo me roj derbas nabin. Her ku em tî û birçî dibin agir bi kezeba me dikeve. Êdî em nikarin li malê xwarinê jî bixwin."
Li Girtîgeha Wanê bSûat Aşkan (25) û û li Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê birayê wî Huseyîn Aşkan (27) û i Girtîgeha Tîpa T a Tokatê pismamê wan Husnu Aşkan (29) li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne.
Bavê Husnu Aşkan, Hasan Aşkan, bilêv kir ku 66 roj in kurê wî di greva birçîbûnê de ye û got: "Hefteya borî çûm girtîgehê. Daxwaza wan bi dawîbûna tecrîdê ye. Bang li kesên biwijdan dikim. Ma em malbat em ê bi tensa serê xwe çi bikin? Daxwaza zarokên me daxwaza me ye. Divê her kes bibe dengê vê çalakiyê."
'DENGÊ ME BIBIHÎSIN'
Aşkan, anî ziman ku bi rojan e xwarin li mala wan nayê çêkirin û got: "Êdî roj ji bo me derbas nabin. Her ku em tî û birçî dibin agir bi kezeba me dikeve. Êdî em nikarin li malê xwarinê jî bixwin. Her rojê me êş û azar û rondik in. Ji ber rewşa me ya aborî nebaş e em tim nikarin biçin girtîgehê. Madem hûn dibêjin em misilman in. Nexwe bila kes bêdeng nemîne û nehêle cenaze ji girtîgehan derkevin. Bibin dengê me." Dayik Şehrîban Aşkan jî, got: "Piştî 2 salan hefteya borî min kurê xwe dît. 66 roj in di greva birçîbûnê de ye. Em dixwazin ev tecrîd û zilm bi dawî bibe."
Bavê Alî û Sûat Aşkan, Alî Aşkan jî diyar kir ku hefteya borî bi telefonê bi kurê xwe Huseyîn re axiviye û got: "Got, heta tecrîd bi dawî nebe em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Em jî li vira êşa wan hîs dikin. em nikarin rojekê birçî bimînin, lê belê 5 meh in ew birçî ne. Em dixwazin aştî çêbibe. Em naxwazin kes bimire. Em naxwazin dilê kesî bişewite."
'DIVÊ KESÊN XWEDÎ WIJDAN TEV BIGERIN'
Dayik Suheyla Aşkan jî got: "Her du kurê min û kurê tiyê min 7 sal in girtîne. 60 roj in zarokên me ji bo tecrîd bidawî bibe di greva birçîbûnê de ne. Ez bang li meclîs, parlementeran û Wezareta Dadê dikim. Rica dikim bi rewşa zarokên me re eleqedar bibin û berî tiştek biqewime gavina bavêjin. Divê kesên xwedî wijdan li dijî zilmê tev bigerin."
MA / Hamza Gunduz