MÊRSÎN – Avniye Sûngûr, dayika Mervan Sûngûr ku 103 roj di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku bi erebokê kurê wê anîne cihê hevdîtinê û got: "Piştî zarokên me mirin, tu wateya serîrakirinê namîne."
Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tarsûs a Mêrsînê yek ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, Mervan Sûngûr ê 24 salî ye. Sûngûr, ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye.
Sûngûr, 7 sal berê bi hinceta kevir avêtiye polîsan bi "îdiaya endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û piştî mehan hatiye berdan. Di sala 2016'an de jî ji ber fealiyetên xwe yên siyasî careke din hatiye girtin û 12 sal ceza lê hatiye birîn.
‘BI EREBOKÊ WÎ ANÎN CIHÊ HEVDÎTINÊ'
Dayika wî Avniye Sûngûr, bilêv kir ku 2 hefte berê kurê xwe dîtiye û hevalên kurê wê bi erebokê kurê wê anîne cihê hevdîtinê. Sûngûr, got: "Bi zorê diaxivî. Pir zihîf bûye. Êdî nikarim ji bo hevdîtinên girtî biçim, çimkî rewşa kurê min ji bo vê yekê ne guncan e. Jixwe bijîşkên li girtîgehê jî wisa gotine. Niha tenê ji bo hevdîtinên vekirî diçim û em bi telefonê bi hev re diaxivin."
‘BILA KES ME NEXAPÎNE'
Sûngûr, anî ziman ku tenduristiya kurê wê nebaş e, lê belê moralî wî baş e û kurê wê gotiye: "Heta tecrîd bi dawî nebe, wê çalakiya min dewam bike. Bila tu kes me nexapîne. Wexta daxwaza me bê qebûlkirin wê tecrîd jî bi dawî bibe. Lê wexta daxwaza me neyê qebûlkirin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin."
Sûngûr, anî ziman ku ew naxwazin zarokên wan bimirin û got: "Ev zarok zarokên me hemûyan e. Em naxwazin kes ji wan jî bimire. Êdî em hew tamûl dikin, xew bi çavê me nakeve. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û dakevin kuçeyan. Berî bi derengî bikeve divê tev bigerin. Piştî zarokên me mirin, tu wateya serîrakirinê namîne."