ŞIRNEX – Bahattîn Alkiş ku li Girtîgeha Şirnexê 47 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, got: "Dibe bedêla wê giran be, lê em ji bo siberojên azad û birûmet têdikoşin."
Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, Bahattîn Alkiş ku ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bi rêya malbata xwe peyamek ji raya giştî re şand.
Alkiş, di sala 2011'an de wexta serokê BDP'a Silopiyaya Şirnexê bû di çarçoveya operasyonên "KCK"ê de hatiye girtin. Her wiha di sala 2012'an de jî ketiye greva birçîbûnê.
Alkiş, di peyama xwe de diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike û got: "Divê bê zanîn pêvajoya heyî pêvajoyeke zehmet e, lê belê di vê pêvajoyê de lîmana ku em ê bigihênê bêguman lîmana azadiyê ye. Dîrok ji me re dibê; bi têkoşîna mafdara a gelan cîhaneke azad tê avakirin. Dibe bedêla wê giran be, lê em ji bo siberojên azad û birûmet têdikoşin. Em li bendê ne ku gelê me yê welatparê moralê bide me."