NAVENDA NÛÇEYAN – Hevşaredarên HDP'ê li gellek navendan mazbatayên xwe wergirtin.
Hevşaredarên HDP’ê yên Navçeya Nisêbîna Mêrdînê Semîre Nergîs û Ferhat Kut û endamên meclîsa şaredariyê yên bi rekorek mezin a denga şaredarî bi dest xistin çûn Dadgeha Nisêbînê û mazbatayên xwe wergirtin. Kut û Nergîs li ber dadgehê daxuyanî dan. Nergis anî ziman ku ji ber îtîrazên AKP’ê mazbatên xwe dereng wergirtine û spasiya gelê Nisêbînê kir. Nergis da zanîn ku ji bo ew şaredariyê bi gel re birêve bibin dê gavên pêwîst biavêjin. Piştî axaftinê HDP’î bi hev re çûn avahiya şaredariyê û dewr girtin.
Bi sedan kes li ber şaredariyê li hev kom bûn. Hevşaredar Ferhat Kut li vir axivî û destnîşan kir ku ew ê navçeya xwe bi gel re birêve bibin û dê xizmeta gel bikin. Hevşaredaran wezîfeyê ji Hevşaredarê berê Cengîz Kok wergirtin.
HEVŞAREDARÊN DÊRIKÊ ŞAREDARÎ DEWR GIRTIN
Li aliyê din Hevşaredarên HDP’ê yên Dêrikê Mulkiye Esmez û Mehmet Şerîf Kiran jî çûn avahiya dadgehê û mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredaran piştî mazbata xwe wergirtin çûn şaredariyê û dewr girtin. Hevşaredaran got ew ê navçeyê bi şêniyên navçeyê re birêve bibin.
COLEMÊRG
Hevşaredarên HDP’ê yên Colemêrgê Cîhan Karaman û Seher Kadîroglu Ataş û endamên meclîsa şaredariyê mazbatayên xwe wergirtin û şaredariyê dewr girtin.
GEVER
Hevşaredarên HDP’ê yên Geverê Remziye Yaşar û Îrfan Sari û endamên meclîsa şaredariyê mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredar û yên bi wan re pişt re çûn avahiya şaredariyê û dewr girtin.
YENÎŞEHÎR
Hevşaredara Navçeya Yenîşehîra Amedê Belgîn Dîken û yên li gel wê çûn avahiya Desteya Hilbijartinê ya Bajêr û mazbata xwe wergirt. Hevşaredar Îbrahîm Çîçek bi boneya bi KHK'ê hatiye îxrackirin mazbatayê nedanê. Endamên meclîsa şaredariyê jî mazbatayên xwe wergirtin. HDP'î pişt re çûn şaredariyê dewr girtin.
BISMIL
Hevşaredarên HDP'ê yên Bismilê Orhan Ayaz û Gulşen Ozer jî li gel endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên HDP'ê çûn Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê û mazbatayên xwe wergitin û wezîfeya şaredariyê girtin.