AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 195 roj in di greva birçîbûnê de ye di serdanê de zendik û desmalek diyarî Leyla Xalîd kir.
Endama Polîtburo ya Eniya Rizgariya Gel a Filîstînê (FHKC) Leyla Xalid îro Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 159 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ziyaret kir. Di serdanê de kêliyên xemgîn qewimîn. Hevseroka KCD’ê Guven di serdanê de zendik û desmalek ku girtiyek diyarî wê kiribû wê jî diyarî Leyla Xalid kir.