ENQERE - Kesekê ku got ew nikare fatûreyên xwe bide hewl da li Qada Kizilayê xwe bi şewitîne.
Kesekê li Qada Kizilay a Enqerê xwest xwe bişewitîne. Li gorî agahiyên şahidên bûyerê, kesekê ku navê wî nehat zanîn fatûreyên di destên xwe de nîşandan û got: “Ez nikarim fatûreyên xwe bidim, êdî nikarim debara xwe bikim” û xwest xwe bi şewitîn. Polîs û ekîbên agirkuj ev kes asteng kirin û ji cihê bûyerê dûr xistin.