ENQERE - Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, derbarê Recep Hantaş ê li Amedê hat kuştin de daxuyanî da û got: "Recep Hantaş ji ber ku sîxûrtî qebûl nekir, polîsan li ber çavan qetil kir û walîtiyê jî bi daxuyaniyên da zext li meqamên darazê kirin."
Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran derbarê qetilkirina Recep Hantaş ê ji aliyê polîsan ve hat kuşt de, daxuyaniyek nivîskî da.
Başaran, diyar kir ku şeva Şemiyê li Sumerpark a Amedê ciwanê bi navê Recep Hantaş li nêzî dikana xwe ya xurdefiroşiyê ji aliyê polîsan ve hat gulebarankirin û wiha got: "Hantaş ji ser, zig û lingê xwe gule xwar û hat qetilkirin. Cenazeyê ciwanê hatî qetil kirin ji aliyê birayê wî ve hate teşhîs kirin û piştre ji derveyî malbatê destûr nehate dayîn ku kesek beşdarî cenaze bibe û cenaze hate veşartin. Ferdên malbatê daxuyanî dan û gotin polîsan timî Hantaş tacîz dikirin û bi gotina, ''Polîsan tim li GBT'ya wî dinerî û digotiyê, ''hûn terorîst in'' û tim tehrîk dikirin. Bi gotinên, 'tiştên siyasî nekin, diziyê bikin, hevalên xwe yên ku her karî dikin bibêjin, em ê we biparêzin' tim zext û zordarî li ser dikirin. Ciwanê ku sîxûrtiya polîsan qebûl nekir bi vekirî ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin.”
‘DIXWAN SÛCÊN XWE VEŞÊRIN’
Başaran, balkişand kuştinên di dema Soylû de û got; “Ev cînayet ne cinayeta destpêkê ya bi keyfî ye. Bi taybet di dema Suleyman Soylû de sûcên êşkence, înfazên bêdaraz, binpêkirinên mafên mirovan û miameleya xirab hêzên ewlehiyê dihatin xelatkirin. Bi van kiryaran re dixwazin sûcên li dijî mirovahiyê kirine veşêrin.”
‘EMÊ MÛDAXILÊ PÊVAJOYA DARIZANDINÊ BIBIN'
Başaran, diyar kir ku li bajarên Kurdan kuştina kalan, ciwan, zarokan weke rewşekî asayî lê hatiye û ev hişyarî da: “Em carek din hişyarî didin ku encamên van bûyeran windabûna ruhê edaletê ya civakê ye. Divê herkes bizane rastî wê di taritiyê de nemîne û wê derkeve holê. Yên van cinayet û komkujiyan dikin, yên manîpule dikin û yên bê ceza dihêlin zû yan dereng wê werin darizandin û cezayên pêwîst were dayîn. Em HDP daxwaz dikin ku faîlên van cinayetan demildest ji peywirê werin girtin û bêne girtin, ji raya giştî re radigihînin ku em ê mudaxilî hemû qonaxên darizandinê bibin."