AMED – Endama Polîtburo ya FHKC’ê Leyla Xalid piştî Leyla Guven ziyaret kir axivî û got: “Heke tiştek ji Leyla Guven bibe, wê bi milyonan Leyla Guven derkevin holê. Ji ber vê yekê dengê Leyla Guven a azadiyê derdixe guhdar bikin.” Xalid bang li hikumeta AKP’ê kir.
Endam Polîtburoya Eniya Rizgariya Gel a Filîstînê (FHKC) Leyla Xalîd, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 159 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye ziyaret kir. Xalid piştî serdana Guven li gel Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, aktîvîstên TJA’yê Ayşe Gokkan û Gulcîhan Şîmşek daxuyaniya çapemeniyê da.
‘EM NE JI BO MIRINÊ JI BO JIYANÊ TÊDIKOŞIN’
Xalid anî ziman ku Leyla Guven û girtî ji bo mafên qanûnî yên Ocalan pêk werin di greva birçîbûnê de ne û got: “Jinek pirr bi hêz e. Ew şervanek azadiyê ye. Ew parlamenterek e. Tenê ji bo pêkanîna hiqûqê dikeve greva birçîbûnê. Ez bi bawerim birêz Ocalan ji bo tecrîda li ser naxwaze ku mirovek jiyana xwe ji dest bide. Min ji Leyla Guven re heman tişt got. Ev tiştek di çanda me de nîne. Em ne ji bo mirinê em yên ji bo jiyan bikin li berxwe didin e. Ya em ê serkeftinê bi dest bixin an jî em ê li ber xwe bidin.”
‘LEYLA GUVEN SEMBOLA BERXWEDANÊ YE’
Xalid peyama Leyla Guven a dê “biryarî çalakiya xwe dewam bike” ragihand û wiha got: “Leyla Guven bûye sembola têkoşînekê û berxwedanê. Dibêje ku ew ê li gel hemû tiştî jî çalakiya xwe dewam bike. Peyama Leyla Guven gihîştiye her devera dinyayê. Min jê re wisa got; carek din ku ez werim ez dixwazim bi tenduristiyek pirr baş te li jiyanê bibînim. Ez ê mil bidim milê te û li ser piya em ê bisekinin.”
‘EZ BANG LI HIKUMETÊ DIKIM BILA GUH BIDIN PEYAMA GUVEN’
Xalid di mijara tecrîd û grevên birçîbûnê de jî wiha bang li Serokkomar Erdogan, hikumet û raya giştî kir: “Ev peyama min ji bo birêz Erdogan e; êdî dem dema girîngî nîşandana jiyana mirovan e. We birêz Ocalan revand û xist girtîgehê. We yê bi awayê din bernedabûya. Ez bang li hikumetê dikim ku peyama Leyla Guven bibîhîze. Însan tenê ji bo ku mafên mirovan dixwazin destûrê nedin ku bimirin. Her tim dibêjin ku mafên mirovan diparêz in. Lê dema mirova li rewşa birêz Ocalan dinêre ev tê dîtin. Divê birêz Ocalan dikaribe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike û peywendiya wî bi çapemeniyê û dinyayê re pêk were. Ez ji bo Leyla Guven bang li hemû parêzvanê mafên mirovan û organîzasyonan dikim. Da ku daxwaza Leyla Guven bigihînin hikumetê.”
Xalid da zanîn ku girtiyên li Filîstinê û Sekreterê Giştî yê FKHC’ê Ahmed Saadet jî peyama piştevaniyê ji bo gelê kurd û çalakgerên greva birçîbûnê re şandine.
‘BIRÊZ OCALAN JI BO MIN ŞERVENEK AZADIYÊ YE’
Xalid destnîşan kir ku wê di 2’yemîn Konferansa Rojhilata Navîn a Aştiyê ya KESK’ê de bang li Serokkomar Erdogan û hikumetê kiriye û got: “Heke tiştek ji Leyla Guven bibe, wê bi milyonan Leyla Guven derkevin holê. Ji ber vê yekê dengê Leyla Guven a azadiyê derdixe guhdar bikin. Min xwest vê bi bîra hikumeta Tirkiyeyê bixim; izolasyona pêk tînin tecrîdkirina şervanek azadiyê ye. Birêz Ocalan ji bo min şervanek azadiyê ye.”
XALID, PARLAMENTERAN ZIYARET KIR
Xalid û yên pê re piştî daxuyaniya dan derbasî avahiya HDP’ê ya Amedê bûn û parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayip Temel û Murat Sarisaç ziyaret kirin.