AMED -Li Amed ji 2 polîsên têkildarî kuştina Recep Hantaş ê 20 salî yên hatibûn binçavkirin yek jê hat girtin.
Pêr saet 03.20’an li Parka Sumerê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê Recep Hantaş (20) ê bi hevalê xwe rûdinişt, polîsan gule berdayê û bi 3 guleyên li canê wî ketin jiyana xwe ji dest dabû. Polîsan piştî bûyerê ji birayê Recep Hantaş Efe Hantaş re gotim ‘birayê te bi şaşî hat kuştin.’ Walîtîyê jî, di daxuyaniya da de îdîa kiribû ku, ji ber Hantaş li gorî banga ‘raweste’ tevnegeriyaye gule lê hatiye reşandin.
Serdozgeiya Komarê ya Amedê, di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyerê da destpê kirin de, 2 polîs binçav kirin û ji bo dozger îfadeyên wan bigire sewqî Edliya Amedê kirin.
Dozger piştî îfadeyên her du polîsan girt, sewqî Dadgeha Nobedar kirin. Dadgehê derbarê polîsekê de biryara girtinê da û polîsek jî bi ‘şertê kontrola edelî’ serbest berda.