AMUDÊ – Li Dêrazorê 260 êzidiyên ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin gihîştin Şengalê. Hevserokê Mala Êzdiyan a Herêma Cizîrê Ziyat Evdal xwest ku DAIŞ’iyên hatine girtin li dadgehên navnetewî di hizûra gel de bên darizandin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di pêngava “Bagera Cizîrê” ya li Dêrazorê ku dawî li DAIŞ’ê anî gellek welatiyên êzidî rizgar kirin. Ezidiyên hatin rizgarkirin radestî malbatê wan dikin. Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bi welatiyên êzidî yên hatin rizgarkirin re eleqedar dibe û ji birînên wan re dibe derman. Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ziyat Evdal diyar kir ku di demên dawî de 260 kesên ji jin û zarokan pêk tên birine Şengalê radestî malbatê wan kirine. Evdal daxwaz kir ku DAIŞ’iyên hatine girtin li dadgehên navnetewî di hizûra gel de bên dadgehkirin.
260 JIN Û ZAROK BIRIN WARÊN WAN
Evdal komkujî ango fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a bi serê Şengalê de hat bibîr xist û wiha got: “Di wê demê de êşek pirr mezin qewimî. Tenê ne ji bo êzidiyan ji bo hemû cîhanê êşek mezin bû. Însanên li dijî vê êşê li ber xwe dan û gelê me parastin hebûn. Fermana li Şengalê di encama peymanek navnetewî de pêk hat. Hin hêzên dinyayê hemû komên xwe yên cîhadî û radîkal şandin nav DAIŞ’ê û bi ser gelê me ve hatin. Ancak şervanên çiyayê me yê pîroz soz dan û li cem gel cih girtin. Wê demê artêşa Iraqê û hêzên girêdayî PDK’ê dev ji êzidiyan berdan û reviyan. Şervanên azadiyê jî soza parastin û azadiya Şengalê dan. Vê soza xwe jî bicih anîn. Tenê bi vê yekê re sînor neman, her bajarê di destê DAIŞ’ê de azad kirin û welatiyên êzidî yên di destê DAIŞ’ê de rizgar kirin. Herî dawî 260 jin û zarokên êzidî hatin rizgarkirin me wan bir radestî Şengalê kir. Rizgarkirina êzidiyan didome.”
‘DIVÊ LI DADGEHÊN NAVNETEWÎ BÊN DADGEHKIRIN’
Evdal anî ziman kuMala Êzidiyan bi awayek taybet bi van welatiyên hatin rizgarkirin re eleqedar dibe û got: “Li Baxozê hemû DAIŞ’î hatin girtin. Lê ev nayê wê maneyê ku DAIŞ qediyaye. Ev DAIŞ’î yên hatine girtin divê li dadgehên navnetewî di hizûra gel de bên dadgehkirin.”
MA / Nazim Daştan